Çend bîranîn ji têkoşîna dayikeke Kurd di nava zextên rejîma Baasê de
Leyla Gulo dayika du cangoriyan e, di salên 80'ê yî de tevgera azadiyê nas dike û pê re zarok, ciwan û jinan jî birêxistin dike û dibêje ku şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya îro û hevgirtina jinan bersiva salên borî ye.”
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di rojên herî zor de di bin zext, çavdêrî û şopandina rejîma Baasê de li ser Gelê Kurd, bi dehan jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê tevgera azadiyê nas dikin û jinên derdorê jî didin naskirin. Jinên Kurd dikaribûn di wextên herî zor de jinan û civakê bi rêxistin bikin. Ji bo ku em bizanibin jinan çi kirine, çi jiyane û bi çi awayî xwe ji bo şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava zextên Rejîma Baasê de amade dikirin, me ji Leyla Gulo pirsî û ew ji me re axivî.
Di 6 saliya xwe de pêşengên jin nas dike
Leyla Gulo dayika du cangoriyên bi navê Îsa û Elî ye, dibêje ku di 6 saliya xwe de pêşengên jin ên tevgera azadiyê nas kiriye û wiha dibêje: "Berê jî me tevgera azadiyê nas dikir û şopa çûyîn û hatina hevalan li mala me hebû lê ji ber em zarok bûn me bîra van tiştan nedibir. Em bi tevgera azadiyê re roj bi roj mezin bûn. Dema ez di refa 4-5 de bûm, beşdarî xebatên zarokan bûm. Di wî temenî de ez hem beşdarî civînan dibûm hem jî civînan min ji bo zarokan çêdikir. Perwerdeyên me li ser hînbûna Zimanê Kurdî û çîrokên gerîlayan bûn. Gerîlayan bîranînên xwe ji me re digotin me jî dikir çîrok û bi zarokan re parve dikir. Çîrokên me ji rasteqîniya civakê û pêvajoya ku em tê de bûn pêk dihatin. Refa şeşê ez beşdarî beşa ciwanan bûm, vê carê me dest bi birêxistinkirina ciwanan kir û kovara "Dengê Kurdistan" dixwend. Ji ber zextên rejîma Baasê rêxistinkirina zarok û ciwanan bi dizî dihat meşandin."
Rêxistinkirina jinan…
Leyla Gulo anî ziman ku Rejîma Baasê gelek jinan binçav dikir û wiha domand: "Tevger û civînên me yên rêxistinkirina jinan û gel hemû bi dizî bûn, Rejîma Baasê jî gelek jinan wê demê binçav dikirin. Rejîma Baasê her gav li pey me bû, roja ku me civîn li malekê çêdikir roja din digirtin ser malê û xwediyên wê binçav dikirin û yek bi yek hemû kesên beşdarî civînê bûbûn di lêpirsînê re derbas dikirin. Jin êdî beşdarî civînan dibûn û pirtûka "Berxwedan Jiyan e" û "Meseleya Kesayetî" bi eşqeke mezin û bi dizî dixwendin. Ev pirtûk li kîjan malê bihatana dîtin xwediyê malê dihat binçavkirin. Pir caran me pirtûk dixist kîsan û di bin erdê de vedişartin. Heya niha di bin erda gelek malan de bi dehan pirtûkên Kurdî yên veşartî hene. Carna pirtûkek tenê dihat peydakirin, bi dorê dihat xwendin. Mala ku xwendina wê xilas dikir, radestî mala cîran û dostên xwe dikir. Pirtûka ku li cem jina herî dawî bima, wê dixwend û paşê di bin erdê de vedişart. Ev jî plana me ya civînan bû. Bi riya notan me jinên gundan li malekê kom dikir û civîn li maleke din li dar dixist da ku Rejîma Baasê zextê li wê malê neke. Di aliyê ewkelariyê de jî em baş tevdigeriyan û xwe diparast. Dema ku civîn di hundirê malan de li dar bû, jinekê li taxê, yekê jî li ber derî nobet digirt. Ruxmî wê tirs û zehmetiyê jî civînên me bi encam bûn."
‘Em ê şalan li hevjînin we bikin û wan bixin nava dolaban’
Leyla Gulo zextên Rejîma Baasê wiha tîne ziman: "Rejîma Baasê zextên zêde li Kurdan dikir û jinan wekî namûs didît. Rejîmê ji mêran re digot em ê jinên we bigrin, şalan (pantor) li wan bikin û bixin nava dolaban, îşkenceyê li wan bikin. Wê demê êlên Kurd ev tişt qebûl nedikirin û pir giran didîtin ji xwe re. Jin dikirin wesîle ku pê zextê li mêran bikin û rê nedin rêxistina wan xurt bibe. Wê wextê gelek jin hatin binçavkirin û windakirin. Rojane êrîşî malbatên welatparêz û dostan dikirin. Benên kesk, sor û zer bi me re bidîtana, xizmên me binçav dikirin."
'Şoreşa jinan a îro bersiva roj û salên borî ye'
Leyla Gulo da zanîn ku çawa sînor ji jinan re dihatin dayin lê xwedî maf jî bûn û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jinan êdî ev rastî dîtin, hişmendiya xwe û civakê guhertin û gotin em jî hene. Gelek pêşengên tevgera azadiyê dema ku ji jinên civakê re behsa têkoşîna xwe dikirin matmayî diman. Jin gihîştin wê astê ku çalakiyên fedayî pêk bînin, ji bo xwe radestî dijmin û îxanetkaran nekin ji zinaran xwe avêtin. Rêxistina wan jinan heya roja îro hat. Şoreşa ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ket bersiva wan roj û salên 1980'yî bû. Dema ku şoreş hat destpêkirin piraniya jinan xwe jê re amade kiribûn. Rêxistina xwe xurt kiribûn, sîstema parastinê kêm jî be nas kiribûn. Dema ku ciwan û hevjînên wan diçûn şerê rûmetê ku DAIŞ'ê têk bibin, dayikan çeka xwe radikirin û taxên xwe diparastin."
'Jin wekî şaneya mêşên hêngiv ji bo yek armancê têdikoşin'
Leyla Gulo da xuyakirin ku wan bala jinên Ewropayê kişandine ser xwe û wiha pêde çû: "Çend jinên enternasyonal û yên ji Almanyayê ku hatin beşdarî şoreşa me bû, bûn mêvanên min. Wan jinan digotin; ‘dema me we li ser ekranên tv didît ku çawa hûn li ber xwe didin, bang dikin û diqîrin me îlham digirt û em bi bandor dibûn.’ Wê demê wan jinan fam kir ku ne her tiştê li ber destê wan xweşiyê tîne, xweşiya herî bi nirx azadî ye. Îro me wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtina xwe peyama xwe gihîştandiye hemû jinên cîhanê. Niha jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pir rengî, pirzimanî û pirçandiya xwe wekî şaneya mêşên hingiv ji bo heman armancê têdikoşin ew jî azadî ye. Bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ew ê şoreşa me bi ser bikeve."