Bi hezaran jin bejdarî meşa 8’ê Adarê ya li Londonê bûn
Bi boneya 8’ê Adarê li Londonê bi dirûşma ‘Yek jin, yek beden, yek stran, yek heskirin’ li Million Women Rise meşek li darxistin û di meşa ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ lê bilind bûyî jinan banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Navenda Nûçeyan- Bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan meşa Million Women Rise ku ji aliye femînistên Ingilîz hatin organizekirin, dûh bi hezaran jin bi dirûşmeya ‘Yek jin, yek beden, yek stran, yek heskirin’ bejdarî meşê bûn. Rêxistinên jinan yên ji Tirkiye û Kurdistanê beşdarî meşê bûn, koma akustik di meşe de dimenên rengîn nişan dan.
‘Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî deng veda’
Di meşa ku pakart û dovîzên li dijî şer hatî hilgirtin, jinan li dijî rejîma zextê dike û tudîtûjiyê bikartîne dirûşme hati avêtin û jinan dem bi dem dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bi hegirtinê emê dawî li tundîtûjiyê binîn’, ‘Em vê gavê daletê dixwazin, hevgirtina jinan nayê astengkirin’, ‘Li dijî cinayetên jinan em hevgirtinê çêdikin’, ‘Ji şer û tundîtûjiyê re na’ berz kirin.
Ji jinan peyama yekitiyê
Jinên ku ji hemû reng, bawerî, nasname û zimanan hatin ba hev, li ser Oxford Circus heta meydana Trafalgar ya bi nav û deng meşiyan. Jinan di dema meşe de fîrik lêdan û dans kirin ev jî wisa kir ku di meşê de dîmenên rengîn derbikevin. ‘Em çi dixwazin? Kolanên bi ewle. Em kengê dixwazin? Niha! Jinan bi yek dengî dan ber qîran û gotin; ‘Jinên yekitiya wan hene tu caran bin nakevin.’ Di dema meşe de jinan peyama bi hevre têkoşînê dan.
Banga bilindkirina têkoşîna azadiyê
Meşa bi girseyî ya 8’ê Adarê, li meydana Trafalgar bi dawî bû. Li cihê ku miting çêbû, rêxistinên jinan axaftin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandina li ser serhildan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mehsa Emînî û têkoşîna jinê li Îranê hatî destpê kirin. Bang hat kirin ku li dijî jinê tacîz, tecwazî, komkojiyên jinan, binpêkirina mafan, hêza kêm ya jinê û ditina weke amurekê têkoşina azadiya jinê were bilind kirin.