TAJÊ: Bi vîn û têkoşînê em ê serî li hemberî êrîşan netewînin

Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê li dijî êrişan serî netewînin.

Şengal – Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên duh çêbûn, îro li Meclisa Gel a Xanesorê ya girêdayî navenda Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel ve hate dayîn, bi zimanê Erebî jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Nayîf Şemo ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew weke civaka Êzidî her dem piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin û li hemberî her êrişê têkoşîna xwe mezin bikin.

Endama Koordinasyona TAJÊ Niam Bedel di daxuyaniyê de wiha got:

“Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê îro ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê çêdibin li ber meclisa xwe ya Xanesorê kom bûne. Dewleta Tirk a dagirker li ber lehengiya gerîlayên azadiyê xwe negirt û têk çû binkeftina xwe bi êrişên li ser gelê sivîl ê Rojava û Şengalê dixwaze veşêre.

Dewleta Tirk bi awayeke barbar êrişê gelên sivîl dike dixwaze li Rojavayê Kurdistanê binesaziya gel hilweşîne cihên genim, petrol, zeytun, çapxane û holên dawetê dixe dixe hedef. Ew dixwaze vîna gel bişkîne û rê ji koçberiyê re veke lê gelê Rojava bi têkoşîn û berxwedana xwe bersiva pêwîst da dewleta Tirk.

Li Şengalê jî duh di demjimêr 18:00’an de dewleta Tirk a dagirker êrişê karkerên ku bîran dikolan kir û di encamê de 5 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk li kêleka binketina xwe ya li çiyayên azad binketina PDK’ê ya di hibijartinan de hezim nekir. Serkeftina me tehemul nekir ji bo wê ji şeva din ji aliyekî ve êrişên hewayî li Şengalê pêk anîn ji aliyê din ve jî hat ragihandin ku Qasim Keşko bi ser neketiye. Destên hukumeta Iraqê jî di van êrişan de heye. Em hukumeta Iraqê jî şermezar dikin ji ber ku serweriyeke wê nîne civaka Êzidî dike qurbana bazarên xwe yên qirêj.

Ger ku hukumeta Iraqê der barê van êrişan de nebe xwedî helwest tê wateya ew jî hevkarê dewleta Tirk û PDK’ê ye. Em bang dikin ku saziyên mafên mirovan bibin xwedî helweset ji bo ev êriş li ser gelên sivîl bên bidawîkirin, ji bo dewleta tirk careke din çekên qedexekirî li çiyayên azad bi kar neyne bibin xwedî helwest. Em jî weke civaka Êzidî çi dibe bila bibe dev ji berxwedana xwe bernadin em li pey doza şehîdên xwe ne.

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Şengal û Rojava” bi dawî bu.

‘Her şehîdek ji bo me sedema têkoşînê ye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Digur bi van hevokan bersiva êrişên dewleta Tirk da: “Ji ber ku me bi meşeke piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kir dewleta Tirk êrişê me dike. Dewleta Tirk dixwaze gel piştgiriya hev neke, civak bê îrade be dixwaze koçberî çêbibe û gel ji bo xwe kar neke ji bo wê jî li Rojava jî êrişê binesaziyê kir li vir jî êrişê karkerên ku bi keda xwe li ser axa xwe xizmeta gelê xwe dikin û bi wî awayî debara malên xwe dike kir. Erdogan çi dike bila bike çawa li çiyayên azad binket wê di her êrişeke li ser me de jî bi berxwedana me bin bikeve. Em dev ji şopa şehîdên xwe bernadin em dev jî sazî û dezgehên xwe bernadin em dev jî xebatên ji bo Şegaleke xweser û demokratîk bernadin.”

‘Dijminê me yek e têkoşîna me jî wê yek be’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Filuz Berkard jî êrişên li ser karkerên bîrê şermezar kir û wiha got: “Em van êrîşan şermezar dikin. Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê êrişê Şengal û Rojava dike em ê her dem li hemberî van êrişan li ser lingan bin. Dijminê me û gelê Rojava yek e têkoşîna me jî wê yek be.”