‘Sûcên dewleta Tirk ên li Rojava di raya giştî de nehat teyisandin’

Parêzvana mafên mirovan Nesîm-P got:“Tu îtîrazê me li hember eleqederbûna bi Filistînê re nîne û em hemû şerên ku dibin sedema qetilkirina sivîlan şermezar dikin. Lê belê ji ber bêdengiya çapemeniyê Rojava weke ku tê xwestin nehat destgirtin .”

JUNA ARDALAN

Sîne - Dewleta Tirk di van rojên dawî de di êrişên xwe yên zêde yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sivîl û qadên jiyanê jî dike hedef. Tevî ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan dewam dike, lê gelê herêmê bi çalakiyên curbecur rê nade ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bên jibîrkirin. Parêzvana mafên mirovan Nesîm-P., ya ji bajarê Sîne, li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir.

‘Erdogan ji bilî şerxwaziyê nikare çareseriyek din bibîne’

Nesîm-P., anî ziman ku êrişên dawî yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek aliyan ve têne nirxandin û got: “Dewleta Tirk bi gelek pirsgirêkên navxweyî yên weke pirsgirêkên aborî û nakokiyên siyasî yên bi partiyên muxalefetê re rû bi rû ye. Weke ku tê zanîn li Tirkiyê hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û Erdogan bi vê şerxwaziyê ji provokasyona faşîst û neteweperestên Tirk çêtir nikare çareseriyekê bibîne. Lê pirsa rast ev e ku ev çareserî wê heya kengî bidome?”

Nesîm-P diyar kir ku ziyana madî ya ku ji ber êrişan gihandiye Rêveberiya Xweser a Rojava bi milyonan dolar e û wiha got: “Dema qetilkirina sivîlan li van ziyanên madî were zêdekirin, tenê ji bo ku bala raya giştî bikşîne, ji bo ku balê ji pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê bikşîne û di raya giştî de hesta neteweperestiyê hişyar bike, qetilkirina zarok, jin û mêrên sivîl di vê heyamê de rêya parastina pozîsyona Erdogan e. Her çendî dijminatiya Erdogan a li hemberî Kurdan ne bûyereke nû ye jî.”

‘Erdogan û Beşar Esad xwedî heman ferasetê ne’

Nesîm-P., bi bîr xist ku di dîrokê de gelek êriş li ser xaka Kurdistanê hatine kirin û wiha got:

“Erdnîgariya Kurdistanê bi salane rastî gelek êrişan tê. Ev êriş tenê bi Erdogan re sînordar nînin, êrişên berê ji vê zêdetir in. Êriş hîna jî dewam dikin. Di van salên dawî de bi hinceta partiyên Kurdistanî êriş li ser Kurdistanê tên kirin. Lê dema em li paş xwe mêze dikin, em dibînin ku Kurd di salên ku yek partî nebûn de gelek caran rastî êrişên dijminan hatine. Hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji derveyî hinceteke ku Erdogan êrişî Kurdistanê bike ne tiştekî din e.

Dijminên Kurdan, rewş çi dibe bila bibe, dîsa jî li dijî Kurdan di nava tifaqê de ne. Her çiqas niha têkiliyên Erdogan û Beşar Esad nebaş bin jî, der barê Rojava de jî heman feraseta wan heye. Şer tenê wekî çareseriyek dem kurt ji bo derbaskirina vê heyama krîtîk tê bikar anîn. Pêdiviya çareseriya pirsgirêka Kurd di pêşerojê de wê zorê bide dijminên Kurdan jî.”

‘Haya cîhanê ji van sûcan tune ye’

Nesîm-P da zanîn ku êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Rojava di bin siya nûçeyên Hamas û Îsraîlê de winda bûne û wiha got:

”Xuyaye ku gelek saziyên çapemeniyê bi zanebûn xwe ji vê mijarê dûr xistin. Em îtîrazê li ser mijara Filistînê nakin û hemû şerên ku dibin sedema qetilkirina sivîlan şermezar dikin. Lê mijara Rojava weke ku tê xwestin nehat destgirtin û ji ber bêdengiya çapemeniyê tiştên li wir qewimîn di raya giştî de cih negirtin. Haya cîhanê ji van sûcan tune ye.” Nesîm-P., da zanîn ku gelê Rojhilat jî dixwazin nûçeyên rast bişopînin û got: “Wekî rihekî yekane li gelê Rojava dinêrin û xwe ji gelê Rojava cuda nabînin.”

Nesîm-P., di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bêdengiya rêxistinên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên di şerê newekhev ên artêşa duyemîn a NATO’yê ya bi her cure çekên giran ên li dijî Rojava ya ku xwedî çekên herî bingehîn de pêk tîne, ev binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e. Erka me ya van rojan agahdarkirina gel bi taybet jî ya jinan e. Divê jin sîyaseta cîhanî hîn bibin û hay ji rewşa erdnîgarî û sîyasî ya Kurdistanê hebin. Bi vî awayî wê bi propaganda û lîstikên siyasî neyên xapandin û çalakiyên xwe rast pêkbînin.”