Ji bo rawestandina êrîşên hewayî bang hate kirin

Partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe li hember sûc û komkujiyên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

Navenda Nûçeyan- Li Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb, Kurd û banga girtina qada hewayî li ser herêmê kir.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Ezîz a li taxa Xiwêran a Hesekê ber bi kolana sereke dest pê kir û li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li taxê vegerî mîtîngê. Li wir endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Deriya Remedan daxuyanî xwend.

‘Armanca êrîşan îstîqrar û pergala Rêveberiya Xweser têkbiri ne’

Deriya  Remedan diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên şer û bêmirov zêde kirin, di êrişan de binesazî û avahiyên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin, komkujî pêk anîn û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk bi hincetên derew li dijî gel komkujiyan pêk tîne û êrişên hêzên li herêmê dike. Di êrişên xwe de navendên xizmetguzariyê yên welatiyan hedef digire, ev yek sûcên şer û dermirovî ne. Armanca êrişên dewleta Tirk ewlehî, îstîqrara û pergala Rêveberiya Xweser têk bibe. Di êrişên xwe de û ji bo hewldanên xwe yên dagirkirinê pêk bîne rêxistinên terorîst û çeteyan bi kar tîne.”

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navnteweyî hate kirin ku destwerdanê bikin, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi dawî bikin û qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.

Di dawiyê de beşdaran dosyaya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî berpirsên baregeha Koalîsyona Navneteweyî kir û banga girtina qada hewayî kir.