Rêveberiya Xweser: 2 milyon kes ji êrişên dewleta Tirk bandor bûn

Rêveberiya Xweser a bilançoya êrişên dewleta Tirk ê ji 4’ê Cotmehê ve eşkere kir destnîşan kir ku ji ber êrişên li ser binesaziyên heremê 2 milyon kes bandor bûne û daxwaz kir ku lêpirsîneke navneteweyî derbarê dewleta Tirk de bê vekirin.

Qamişlo- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên dawî li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê da û bîlançoya berfireh a êrişên ji 4’ê mehê ve li ser heremê tê kirin eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk heya niha 580 car êrişî heremê kiriye û 44 kes di van êrişan de hatine qetilkirin û 55 kes jî birîndar bûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya vê destdirêjiyê de, em ji raya giştî ya navneteweyî û herêmî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên têkildar re radigihînin ku di dîroka jorîn de û weke encama dawî ya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me, em van tiştan pêşkêş dikin:

Bîlançoya berfireh

*Zêdetirî 5 milyon welatî di encama hedefgirtina sektora neftê de, di nav de xizmetguzariyên gaz û sotemeniyê, di encama hedefgirtina 17 cih û dezgehan de, di nav wan de stasyona girîng a Suweydiyê ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re peyda dike heye. Mîna elektrîk, gaz, cihên din ên li bejahiya Terbesbiye, Celal Axa û Dirkê hene.

* Li herêmên Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Tirbe Spiye, Qamişlo, Dirbêsiyê û hemû gundewarên wan 11 santralên kehrebê hatin hedefgirtin û zêdetirî 2 milyon kes ji vê bi bandor bûn.

* Du cihên avê hatin xerakirin, di encamê de 18 stasyon li herêma Cizîrê hatin rawestandin û di encama qutkirina kehrebeyê de ji xizmetê derketin. Qereqola Elok jî di nav de ye ku ji bo Hesekê û gundewarê wê stratejîk e.

* Li herêma Cizîrê û Kobanî 2 nexweşxane bi temamî ji xizmetê derketin.

 *Di encama hedefgirtina 48 cihên xwendinê de, proseya xwendinê hat rawestandin û bi hezaran xwendekarên ku nikaribûn xwendina xwe berdewam bikin, ziyan dîtin, di encamê de 2 zarok şehîd bûn keçeke din jî birîndar bû, lingên wan jêbûn.

* Li Cizîrê û Kobanî 3 navendên pîşesaziyê ji kar hatin derxistin

* Akademiya rahênana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taybet bi rûbirûbûna madeyên hişbir li devera Rimêlan li giravê bi temamî hat wêrankirin û hewldan û xebata vê navendê ji bo parastina civakê ji vê belaya metirsîdar hat rawestandin, bernameyên parastin û hişyarkirinê hatin têkbirin.

Hejmara cih, tesîs û navendên elektrîk, petrol û perwerdeyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin, gihîşt 104’an ku wêran bûn, hatin xerabkirin û ji xizmetê derketin.

580 êrîşên hewayî û bejayî ji serê Dêrikê heta Şehbayê hatin kirin û ev êrîş ji 5 heta 9’ê Cotmehê hemû herêmên Rêveberiya Xweser girtin nava xwe.

Di vê êrîşê de 44 kes şehîd bûn û 55 jî birîndar bûn, ku di nav wan de sivîl, zarok, Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîş û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî hebûn ku 29 endamên hêzên li dijî narkotîkê şehîd ketin.

‘Tundî krîzan kûrtir dike’

Li gorî nêrîna me, tundî krîzan kûrtir dike, ji ber vê yekê her tiştê ku dibe sedema tundiyê û windakirina mirovan bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bûyerên li Xezayê der barê hedefgirtina nexweşxaneyan û di encamê de zarok jî di nav de jiyana xwe ji dest didin şermezar dikin. Ev kiryar tên şermezarkirin û sûcên şer in divê her kes ji bo pêşîgirtina tundiyê têbikoşe, hemû pirsgirêk bi diyalogê tên çareserkirin.

‘Divê cihên hatine rûxnadin ji nû ve werin avakirin’

Em bang li hemû rêxistin û aliyên ku bi me re bûne alîkar dikin ku ji bo bidestxistina aramiyê li herêmên me xebatên xwe bidomînin. Ji bo ji nû ve avakirina avahiyên wêranbûyî bi hevkarî bi xebatên Rêveberiya Xweser re du qat zêdetir bikin. Ev êrîş çiqasî zêde bin jî îsrara me ya ji bo meşa şehîdên me û bidestxistina mafên gelê me didome. Bi yekitî, bihevrebûn û hêza xwe ya hevgirtinê bi pêkhateyên xwe yên cuda re em ê bi ser bikevin.”