‘Di şerê Îsraîl-Filistinê de 17 rojnamevan hatin kuştin’

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku di şerê ku Îsraîl û Hamasê de heta niha 17 rojnamevan hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derbarê rojnamevanên ku di şerê Îsraîl-Filistînê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek weşand. CPJ ragihand ku di şerê ku Îsraîl û Hamasê de heta niha 17 rojnamevan hatine kuştin.

CPJ’ê di malpera xwe ya înternetê de wiha got: “Hamasê 7’ê Cotmehê êrişeke ku mîna wê nehatiye dîtin, li dijî Îsraîlê da destpêkirin û Îsraîlê jî li dijî Xezayê êrişên hewayî û bejahî pêk anî û li dijî koma Fîlîstînî ya mîlîtan şer îlan kir. Ji wê demê û vir ve şerê Îsraîl-Xezayê derbeyek giran li rojnamevanan xist. Şer ji wê demê û vir ve bandora xwe li ser Lubnanê jî kir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 7’ê Cotmehê ve ji her du aliyan zêdeyî 4 hezar kes mirine, her wiha herî kêm 17 rojnamevan hatine kuştin.

Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a CPJ’ê Sherîf Mansoûr got: “CPJ’ê destnîşan dike ku rojnamevan sivîl in ku di demên krîzê de karên girîng dikin û divê neyên hedefgirtin.”