Foruma Yekitiya Jinên Ciwan destpê kir

Foruma diyalogê ya 1′emîn a Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê bi beşdariya 100 kesayet û nûnerên ji dewletên Ereban bi rêya onlinê destpê kir.

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê foruma diyalogê ya 1′emîn bi diruşma ′Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî ′ destpê kir.

Forum li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin û di forumê de nêzî 100 kesayet û nûnerên ji ′Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a MSD′ê, Nivîsgeha Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a PYD′ê û nûnerên Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriye′ amade bûn. Her wiha kesayetên ji Tunis, Filistîn, Lubnan, Şengal û Şamê bi rêya onlinê beşdarî forumê bûn.

Di forumê de wê  5 mijarên sereke ên bi navê; nîştimanî, vîn, fikra azad, rêxistinên, xweşikbûn û exlaq bên nîqaşkirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Ehmed ve hate kirin û destpêkê xêrhatina beşdarvana kir û wiha got: “Ev forum, di çarçoveya piştgiriya pêngava piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku parastina jinan kiriye de pêk hat."

Ronahî Ehmed bal kişand ser rola aktîf a beşa jinên ciwan ji tevahî pêkhateyan ji destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û got ev forum nîşaneya girêdana hêz û yekitiyê wan e.

Nîqaşên forumê dewam dikin û wê forum îro bi encamnameyê bi dawî bibe.