Jinên Mexribê: Ji bo gelê Filistînê divê em dengê xwe bilind bikin

Jinên Mexribê ji bo şermezarkirina komkojiya Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Xezayê daket qadan û gotin ku komkojiya nexweşxaneyan, şerekî li dijî mirovahiyê ye divê kampanyayên ji bo piştevaniya gelê Filistînê bên destpêkirin.

HANAN HARITE

Mexrib- Piştî êrîşên ku Hemasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê bi navê ‘Tofana Eqsayê’ da destpêkirin, bombebarana Îsraîlê li dijî Xezayê berdewam dike. Îsraîlê şevê din komkujiyek din a ku dewletên cîhanê li hember bêdeng in pêk anî.

Li dijî nexweşxaneya El Mamedani (el-Ehli Baptist) ku li taxa Zetun û Xezayê ye, bi hezaran sivîl lê bi cih bûbûn, Îsraîlê bi hewayî êrîş kir û komkujî pêkanî. Di komkojiya ku weke ‘Qirkirin’ tê binavkirin de, 850 kesan jiyana xwe ji dest dan, fikar hene ku ev hejmar zêdetir bibe.

Li Mexribê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin

Li dijî komkujiyên ku dewlet tenê temaşe dikin, li gelek welatan gel daketin qadan helwest nîşanî êrîşên qirkirinê yên Îsraîlê dan. Yek ji welatên ku helwesta xwe nîşan da Mexrîb e. Koma çalakiyên navneteweyî ya Filistînê, bi hemû hemwelatiyan re, li bajarên Rabat, Tetouan, Tanca,Huribga û bajarên din xwepêşandanên girseyî li dar xist û komkujî şermezar kir. Di xwepêşadanan de ala Filistînê hat rakirin dirûşma ku “Gel dixwaze Filistînê rizgar bike” hat berzkirin.

‘Weke Mexrîbiyek ez piştgiriya doza Filistînê dikim’

Xewla Ahraif ku ji bajarê Tetuan beşdarî xwepêşandanan bûye diyar kir ku piştevaniya gelê Filistînê dike û wiha got: “Em êrîşa Îsraîlê ya li hemberî nexweşxaneyê şermezar dikin. Di nava wan de gelek kesên ku jin, zarok, pîr û kal di nav wan de hene jiyana xwe ji dest dan. Ez binpêkirina Îsraîlê li hemberî Filsitînê bi tundî şermezar dikim. Îro ew tişta ku em bûne şahid, êrîşek li hemberî mafên mirovan e. Weke  Mexrîbiyek ez piştgiriya doza Filistînê dikim. Ez sûcê dijmirovî yê li hemberî gelê Filistînê tê kirin şermezar dikim.”

‘Têkoşîna man û nemanê didin’

Koordînatora tevgera jinên ciwan a ji bo demokrasiyê Buşra Chtwani wiha got: “Em weke jinên Mexribê di çeperên pêş de ne û li dijî hemû tiştên ku ziyanê didin rûmeta jinan in. Ez sûcê li dijî mirovahiyê yê li dijî gelê Filistînê tê kirin şermezar dikim. Ji derveyî berxwedan, berdewamkirin û xaka xwe tiştekî wan nîn e. Ew berxwedana man û nemanê didin. Jinên Filistînê bi dehan salan e li gel gelê xwe rastî zextên siyasî, aborî û civakî tên. Îsraîl li dijî Filistînê her roj binpêkirin, sûc û komkujiyan dike. Êrîşa li dijî nexweşxaneya Bartist sûc e. Em weke jinên Mexribê li gel xwişkên xwe ne.”

‘Komkujiya nexweşxaneyê sûcê qirkirinê ye’

Buşra Chtwanî da zanîn ku êrîşa Îsraîlê ya li dijî Filistinê sûcê mirovahiyê ye û wiha domand: “Îsraîl dixwaze Filistîniyên ku xwedî doza xwe û baweriya xwe ne sabote bike. Lê belê di rastiyê de gelê Filistînê nayê têkbirin, gelek bi rûmet e ku ji bombe û çekan natirsin. Gel neçarî koçberiyê dikin, ji ber vê yekê jî nexweşxaneya bajar, binesaziyan dike hedef. Komkujiya nexweşxaneyê jî sûcê qirkirinê ye, şerek li dijî mirovahiyê ye. Wê ev êrîş têkoşîna gel mezintir bike.”

‘Divê li hemû cîhanê kampanyayên piştevaniyê werin destpêkirin’

Buşra Chtwanî bang li jinan kir û diyar kir ku divê hunermend, nivîskar û hemû femînîstên li cîhanê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Dem hatiye em piştgiriya jinên Filistînê bikin. Divê li hemû cîhanê kampanyayên piştevaniyê werin destpêkirin. Divê jin ji bo Xeza û Filistînê di nava piştevaniyê de bin. Ez hemû sûcên ku hatine kirin şermezar dikim. Em têkoşîna mafdar a gelê Flistînê ya ji bo parastin û azadiyê didomîne silav dikin.”