Dewleta Tirk di 10 rojan de 3 caran êrîşî Mexmûrê kir

Dewleta Tirk di 10 rojên dawî de 3 car êrişî Mexmûrê kir. Di êrîşên dewleta Tirk ên 10 rojên dawî yên li ser Wargeha Mexmûrê de, ciwanek hat qetilkirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dewam dikin. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk her roj li ser kampê digerin. Bi dehan êrîşên hewayî yên bêmirov ên çekdar li kampê hatin kirin, di van êrîşan de sivîl bûn hedef.

Dewleta Tirk di 10 rojên dawî de 3 caran şêniyên kampê hedef girtin. Di êrîşan de ciwanek jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Di 7’ê cotmehê de hêzên mizgeftek li kampê hedef girtin. Di encama êrîşê de jinek û 2 zarok 3 welatî birîndar bûn. Di malên derdora mizgeftê de jî ziyaneke madî ya mezin çêbû. Di 13’ê Cotmehê de malek li kampê bû hedefa êrîşa SÎHA’yê. Di êrîşê de jinek birîndar bû.

Di 17’ê Cotmehê de li ser rêya navçeya Koye ya bajarê Hewlêrê, seyareya malbateke şêniyên Kampa Mexmûrê hedef hat girtin. Dema ciwanê bi navê Dilovan Îşlek hat qetilkirin 3 jinên di seyare de bûn birîndar bûn.

Dorpêç berdewam e

Di dema dorpêça PDK’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê de 8 welatî hatin qetilkirin. Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de PDK’ê ambargo danîbû û hemû ketin û derketina derve ya wargehê qedexe kiribû. Ji roja ewil a ambargoyê heta niha 8 welatiyên Mexmûrê hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

CPT: 10 sivîl hatin qetilkirin

Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ku li Iraq û Kurdistana Federe çalakiyên li dijî şer pêk tînin, têkildarî hejmara welatiyên di êrîşên dewleta Tirk ên sala 2023’an de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, daxuyaniyek da. Li gorî agahiyên ku CPT’yê parve kir, di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên ji 1’ê Çileya 2023’an heta 17’ê Cotmeha 2023’an de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.