Hejmara kesên di qetlîama nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe

Hejmara kesên di êrîşa hewayî ya duh bi şev a li dijî Nexweşxaneya El Mamedanî de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Raya giştî ya cîhanê jî xwest demildest êrîş bên rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşên Hemasê yên di 7’ê Cotmehê de bi navê 'Tofana Eqsayê' li dijî Îsraîlê dabûn destpêkirin, bombebaranên Îsraîlê yên li dijî Xezayê berdewam dikin.

Li Xezaya ku bi temamî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, li ber çavên cîhanê sûcên mezin li dijî mirovahiyê tên kirin. Êvara 17’ê Cotmehê li dijî Nexweşxaneya Xeza El Mamedanî (el-Ehli Baptist) ku bi hezaran sivîlan xwe spartibûn, êrîşeke hewayî pêk hat. Tê gotin ku di êrîşê de herî kêm 850 kesan jiyana xwe ji dest dane, fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Şerîda Xezayê Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di teqîna ji ber êrîşa hewayî ya Îsraîlê pêk hatiye de herî kêm 850 kes mirine. Hat diyarkirin ku teqîn di dema ku bi sedan kesên xwe li nexweşxaneyê sipartibûn pêk hatiye.

Artêşa Îsraîlê got; "Teqîn ji ber roketên terorîstan (bi navê Cîhad) pêk hat." Berdevkê Cîhad Daûd Şehab jî di daxuyaniya ku da Reutersê de îdiaya Îsraîlê red kir.

Daxuyaniya der barê cenazeyan de

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê Yusuf Ebu Riş jî têkildarî êrîşê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku di nav merasîma cenazeyên li Nexweşxaneya El Mamedanî de hat dayîn de, hat diyarkirin ku ev êrîşa Îsraîlê ne cara ewil e û di 14’ê Cotmehê da hêzên Îsraîlê 2 êrîş birine ser nexweşxaneyê û wêneyên van êrîşan nîşan dabûn. Yusuf Ebu Riş da zanîn ku piştî êrîşa yekem a Îsraîlê bi rêveberê nexweşxaneyê Mahîr Ayyad re têkilî daniye û got: "Duh bi du bombeyan hişyarî dane gotine we, çima heta niha nexweşxane nehatiye valakirin?"

Yusuf Ebu Riş diyar kir ku rêveberiya nexweşxaneyê piştî van tehdîdan bi ruhberên xiristiyan ên li Îngiltereyê re têkilî danîne û diyar kir ku ji saziyên navneteweyî ji bo xebitandina nexweşxaneyê peyama ewlehiyê girtine. Yusuf Ebu Riş got: "Li cîhanê yekane cihê ku mirov bi bombeyan tê hişyarkirin, Şerîda Xezayê ye" û bang li welatên cîhanê kir ku sivîlan hedef negirin.

3 roj şîn hat îlankirin

Serokê Filistînê Mahmûd Abbas di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşê da bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo şermezarkirina qetlîamê biryarê bide. Mehmûd Ebbas ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El Mamedanî ya Xezayê 3 roj şîn îlan kir. Hat destnîşankirin ku ev êrîş sûcê şer e.

Berdevkê artêşa Îsraîlê daxuyanî da

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî der barê êrîşan de diyar kir ku di destên wan de bi temamî hurgulî nîn e û mijarê lêkolîn dikin. Berdevkê artêşê destnîşan kir ku gelek êrîşên hewayî li dijî Xezayê hatine pêkanîn. Her wiha bi bîr xist ku ji aliyê Hamasê ve hewldana avêtina roketên ne serkeftî  hewldanên belavkirina nûçeyên derew e. Berdevk di daxuyaniya xwe ya piştre de got: “Teqemeniya ku çêbûye avêtina roketên terorîstên ‘Cîhadên Îslamî’ bûye sedem.”

Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu destnîşan kir ku ji bombarana nexweşxaneyê komên Filistînê berpirsyar in. Daxuyaniyek bi heman rengî jî ji aliyê serokkomarê Îsraîlê Isaac Hergoz ve hat dayîn. Di daxuyaiyê de wiha got: “Fuzeyeke Cîhadîstên Îslamî li nexweşxaneya- li cihê ku mirovan rizgar bikin- hejmarek zêde ji Filistîniyan hatin kuştin.” Hergoz got: “Hamas û Cîhada Îslamî derewên xwe di qurçînin. Bila medyaya ku di sedsala 21’ê de bêbextiya xwînê belavî cîhanê dike şerm bike.”

Ji Îranê hişyarî

Îrana ku di şerê Filistîn-Îsraîlê de di rojên li pêş de weke aliyekî şer Îran tê nirxandin daxuyaniyek ku wê beramberî êrîşan bidin da. Alîkarê Fermandarê Muhavizên Şoreşê Alî Fedavî wiha got: “Îsraîl sûcên ku li Xezayê dike ger bi dawî neke, wê pêlek din a matmayî were jiyîn.” Alî Fedavî got: “Heta ev tîmora penceşêrê ji nexşeya cîhanê neyê jêbirin wê li çeperên têkoşînê matmayîna rejîma Siyonîst berdewam bike.”

Serokê Olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney da zanîn ku dema êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdewam bikin wê weke ‘hêzên têkoşînê’ ku Hizbulaha Lubnanê di nav de cih digre bikevin tevgerê.

Li gelek deverên cîhanê hat protestokirin

Piştî êrîşa Îsraîlê ya li nexweşxaneyê li gelek deverên cîhanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de alên Îsraîlê hatin şewitandin û daxwaza rawestandina êrîşan hat kirin. Ji aliyê din ve Urdunê lûtkeya çaralî ya ku bi beşdariya serokên Misir, DYE û Filistînê hatibû lidarxistin, piştî qetlîama nexweşxaneyê ya li Xezayê betal kir. Serokê Filistînê Mahmûd Abbasê ku ji bo lûtkeya çaralî li Emmanê bû, piştî qetlîama nexweşxaneyê ya di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê hat kirin da biryar da ku dev ji beşdarbûna lûtkeyê berde û vegere Ramallahê.

NY: Divê êrîş bi dawî bibin

Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîş bi tundî şermezar kir û banga rawestandina êrîşên li dijî sivîlan û saziyên tenduristiyê kir. Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “UNFPA, êrîşa li dijî Nexweşxaneya El-Ehlî ya Baptîst a Xezayê ku bû sedema mirina bi sedan kesan, bi tundî şermezar dike.”

‘Divê xizmetên tenduristiyê bên parastin’

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de got: “Nûçeyên destpêkê diyar dikin ku bi sedan mirî û birîndar hene. Em bang dikin ku demildest sivîl û xizmetên tenduristiyê bên parastin.” Di peyamê de hat xwestin ku daxwaza valakirina nexweşxaneyan a ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, bê paşxistin.

UNICEF’ê banga agirbestê kir

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) banga agirbesteke lezgîn kir û got: “UNICEF êrişa li dijî Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst a Xezayê ku bû sedema mirina bi sedan sivîlan, bi tundî şermezar dike. Bi lezgînî pêdiviya me bi agirbest û gihîştina pêwîstiyên mirovî hene.”

Îsraîl bang li welatiyên xwe dike

 Li aliyê din Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bang li Îsraîliyên li Tirkiyeyê kir ku “welat biterikînin”. Rojnameya Jerusalem Post a ku li Îsraîlê weşanê dike, li ser peyama hişyariyê ya ku ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê ve hat weşandin de agahî da. Lijneyê bi asta hişyariyê ya derdikeve asta herî jor, diyar kir ku divê welatiyên Îsraîlî yên li Tirkiyeyê ji wir derbikevin. Ji welatiyên Îsraîlî yên li Mexirbê jî hat xwestin ku “hişyar bin”.