Li Xezayê rewş giran e

Êrîşên Îsraîlî li ser Şerîda Xezayê hîn jî berdewam in, rêgirî li derbasbûna alîkarî û alîkariyên mirovî tê kirin. Ji ber kêmbûna çavkanî û xizmetguzariyên bingehîn û xirabûna tevayî ya sîstema tenduristiyê li Xezayê rewşekî dijwar tê jiyîn.

Xeza – Pevçûnên Îsraîl û Filistinê ku di 7’ê Cotmehê de bi êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê ve destpê kir di roja 12’emîn de ye. Ji ber êrişên Îsraîlê yê li ser Filistinê hejmara mirî û birîndaran li Xezayê zêde bû. Duh Îsraîl Nexweşxaneya Civakî ya “El Mamedanî” li rojhilatê Şerîda Xezayê bombeberan kir, di encamê de zêdetirî 850 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka bombebarana Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê jin û zarok jî tê de herî kêm 4 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Di 24 seatên borî de zêdetirî hezar kes hat qetilkirin

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ji ber bombebarana berdewam ya Şerîda Xezayê herî kêm 11 hezar kes birîndar bûne ku piraniya wan jin û zarok in. Di 24 saetên borî de zêdetirî hezar kes hatine qetilkirin û bi sedan hîn jî di bin kavilên avahiyan de asê mane.

Wezaretê amaje bi wê yekê kir ku ev êrîş di demekê de hat ku Şerîda Xezayê rastî krîzeke mirovî û tenduristiyê ya nedîtî tê, tekez kir ku nexweşxaneyên Şerîda Xezayê ji ber qutbûna elektrîkê û kêmbûna sotemeniyê ketine qonaxa têkçûna rastî. Wezaretê bal kişand ser vê yekê ku Îsraîlê bi top, hewan û bombebaranan devera Cebeliya, kampa Nuseyrat, taxa Yermûk, taxa El-Zeytûn, Refah, û Xan Yûnis kiriye armanc.

Zêdetirî 170 zarok di bin xaniyên wêrankirî de mane

Ji aliyê din ve Wezareta Karên Hundir a Filistînê ragihand ku di encama êrîşên li ser herêmên El-Qasaib û Halîma El-Saadîa yên li Cebeliya li bakurê Şerîda Xezayê de nêzî 37 sivîl hatin qetilkirin.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, UNICEF, hişyarî da ku eger bi sedan laş ji bin xirbeyan dernekevin, dê karesatek tenduristiyê çêbibe û da zanîn ku zêdetirî 170 zarok di bin xaniyên wêrankirî de hene ku hîn nehatine derxistin.

Ofîsa Ragihandina Hikumetê diyar kir ku saetên pêş de ji bo naskirina bi hezaran birîndar û nexweşên li nexweşxaneyên Şerîda Xezayê girîng in û derengketina bersivdana bangên tengasiyê yên ku ji hêla pergala tenduristiyê ve hatine destpêkirin tê wateya cezayê darvekirinê ji bo hemûyan. Ofîsa Ragihandina Hikumetê amaje bi wê yekê kir ku rawestandina karkirina hin beşên li yekane nexweşxaneya penceşêrê ya li Şerîda Xezayê jiyana bi sedan kesan dixe metirsiyê.

Artêşa Îsrîlê hişyariyek nû derbarê valakirinê da

Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan û xebatkarên alîkariyê bi rêzgirtina tam ji yasayên mirovî yên navdewletî kir. Di heman demê de artêşa Îsraîlê 18’ê Cotmehê hişyariyek nû da rûniştvanên Xezayê ku heremê vala bikin.