Santrala Siwêdiyê ji ber êrîşan ji xizmetê derket

Ji ber êrîşên dewleta Tirk, santrala ceyranê û gazê ya li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî ji xizmetê derket.

Navenda Nûçeyan - Ji ber êrîşên zêde yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 4’ê Cotmehê û vir ve binesazî û avahî zerar dîtine.

Santrala Siwêdiyê ya ku 18 kîlometre dûrî navçeya Rimêlan a kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji sedî 80 ji xizmetê derket. Hat diyarkirin ku santrala elektrîkê li herêma Cizîrê santrala herî mezin a gaz û ceyranê ye. Her wiha hat ragihandin ku santrala elektrîkê dide hemû stasyonên avê yên bajarên herêmê.

Heman santral di 23’ê Cotmeha 2022’an de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatibû bombekirin û ji sedî 40 zirar dîtibû.