‘Em amade ne ku ezmûnên xwe bi jinên Suveydayê re parve bikin’

Siyasetmedar Mizgîn Gutkar diyar kir ku ew ê di çalakiyên li Suweydayê de bi jinan re di nav piştevaniyê de bin û got, "Em amade ne ku ezmûnên xwe parve bikin."

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mizgîn Gutkar, çalakiyên ku 2 meh in li parêzgeha Suweyda ya Sûriyeyê dewam dikin, nirxand. Mizgîn Gutkar da xuyakirin ku ruhê berxwedan û serhildanê di nava Durziyan de îro çênebûye û diyar kir ku ev ruh di hemû qonaxên dîrokî de derketiye holê.

'Gelê Suweydayê koletiyê qebûl nekir'

Mizgîn Gutkar destnîşan kir ku çalakiyên dawî yên li Suweydayê bi pêşengiya jinan şoreşgerî ne û wiha got: "Gelê Sûweydayê, Durzî gelê qedîm e. Bi serhildana xwe ya li dijî neheqî û teslîmiyetê tê naskirin. Sûweyda ji mêj ve bûye warê şoreşgeran. Dema em li dîroka Durziyan dinêrin, li gel serhildanên wan ên li dijî kolonyalîzmê, li dijî dagirkeriya Misirê jî serî hildane. Beşdarî serhildana 1963’an jî bûn. Di deman rêveberiya Partiya Baasê de tu caran teslîmiyet û koletiyê qebûl nekirin.”

 'Ji sala 2015'an û vir ve ti guhertin çênebû'

Mizgîn Gutkar bi bîr xist ku gelê Suweydayê jî beşdarî serhildanên Bihara Erebî bûye û wiha got:

“Gelê Suweydayê beşdarî serhildanên li dijî rêveberiya Baasê bû, lê hikûmeta Şamê ji bo tepeserkirina serhildanan polîtîkayên mezhebî meşandin. Hewl hat dayîn ku tovên dijminatiyê di navbera Durzî û mezhebên din de biçînin. Ji ber vê yekê hikûmetê îdîaya 'Durzî mizgeft şewitandin' derxist pêş. Ji ber vê yekê, Durzî neçar bûn ku paşde vekişin. Di dema kirîza Sûriyê de dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê dest bi operasyonên girtinê kirin. Ji ber vê yekê gelek kes neçar man Sûriyeyê biterikînin. Hewldanên başkirina şert û mercên aborî di sala 2015’an de gelê Suweydayê rawestand. Lê belê ji sala 2015'an û vir ve ti guhertin çênebûye. Ya ku gelê Suweydayê radike serhildanê ev e. Ji ber ku gelê Suweydayê gelê ku neheqî û teslîmiyetê qebûl nake.”

'Pergaleke demokratîk dixwazin'

Mizgîn Gutker diyar kir ku daxwazên gelê Suweydayê ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk weke sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û got, "Projeya Rêveberiya Xweser niha li ser asta herêmî û cîhanî deng veda, ji ber ku ev projeya ewlekarî û aramiyê temsîl dike. Pergalek e ku dixwaze hemû pêkhate bi hev re bijîn û sîstemeke ku baweriyên cuda qebûl dike. Neteweya Demokratîk paradîgmayek mînak e ku li herêmên din ên Sûriyeyê bê meşandin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî herêmên din herêma herî ewle û rêxistinkirî ye. Ji bo pêkanîna vê projeya ku azadiya civakan misoger dike, pêwîstî bi rêxistinbûnê heye.”

'Gel dizane ku pergala ku were sepandin wê nijadperestiyê geş bike'

Mizgîn Gutkar amaje bi wê yekê kir ku gelê Sûweydayê modeleke weke sîstema Neteweya Demokratîk dixwaze û got, "Gelê Sûweydayê dizane ku sîstema ku li herêmê pêk were wê bibe sîstema netewî, mezhebî yan jî olî ku ev sîstemên ku nijadperestiyê geş dikin dê di nav civakan de bibe sedema gelek qeyranan. Projeya Rêveberiya Xweser berovajî vê yekê ye. Ji ber ku dilsoziya mirovan bi hev re xurt dike. Rêveberiya Xweser ji roja ku hatiye avakirin ve hêz û bingeha xwe ji gel girtiye. Armanca Rêveberiya Xweser Sûriyeyeke yekgirtî ye ku dûrî navendîbûnê ye û li ser bingeha demokrasiya beşdariyê ye."

'Şoreşa Rojava ji jinên Suweydayê re jî bû mînak'

Mizgîn Gutkar, anî ziman ku yên herî zêde ji şer bandor dibin jin û zarok in û yên civakê ji parçebûn û hilweşandinê diparêzin ew in û got, “Ji ber ku li berjewendiyên civakî digerin, ne li berjewendiyên şexsî. Ev sedsal sedsala jinê ye û rola jinan di parastina xaka xwe de encama qonaxên dîrokî ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di warê leşkerî, siyasî û hemû qadên civakî de gihiştine qonaxeke pêşketî. Ji ber ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat, jê re gotin 'Şoreşa Jinê'. Ji bo hemû jinên cîhanê bûne mînak. Mînaka vê ya herî baş jî berxwedana jinên Suweydayê ye. Piştgiriya wan a ji bo şehîd Hevrîn Xelef û şoreşa jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Îranê ji mîrat û berpirsyariyên dîroka kevnar a jinên Suweydayê tê.”

Mizgîn Gutkar, diyar kir ku ew ê bi jinên Sûweydayê re di nav piştevaniyê de bin û got, “Ev serhildan bi destê jinan tê meşandin. Em amade ne ku destê alîkariyê bidin wan û ezmûnên xwe parve bikin. Divê israra xwe ya di avakirina sîstemeke demokratîk a nenavendî de bidomînin. Bila ev bibe ezmûnek mînak ji bo tevahiya xaka Sûriyê."