Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakvanên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne beriya dewrgirtina çalakiyê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewrgirtina koma 16’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 15’emîn Huseyîn Kara daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi wê ve girêdayî nêzîkbûna komploya 9’ê Cotmehê. Di berdewamiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezar kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hemu gelê Kurd hat kirin ku yekitiya xwe ava bikin û planên dewleta Tirk û hevkarên wî vala derbixin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.