Jinên Kampa Waşokanî: Me xeta berxwedaniyê hilbijartiye

Koçberên kampa Waşokanî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet derdora Kampê şermezar kirin û bi gotina “Me xeta berxwedaniyê hilbijartiye û em ê heya dawî li ber xwe bidin” pêyama têkoşînê dan.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-  Piştî ku li Enqereyê teqîn rû da Dewleta Tirk, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîcet nîşan da û êrîşên xwe li dijî gelê herêmê zêdetir kir. Ji duh ve balafirên şer li serensarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên xizmetguzariyê kirin hedef û gelek xisarên madî û canû çêbûn. Li gor daxuyaniya. Hêzên Ewlehiya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di  êrîşên hewayî yên ku Tirkiye pêk aniye 5 welatî û 6 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane. Jinên Koçberên kampa Waşokanî yên ku ji destpêka erîşê de bûn hedef, êrîşan şermezar kirin.

Jinan anîn ziman ku êrişên tên kirin ji Komploya Navnetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina wî berdewam kir û heya roja me didome ne qût in û li dijî êrişan peyama berxwedanê dan. Jinan di heman demê de bi gotina “Bêdengî hevkarî” ye bêdengiya di qada navnetewî de jî şermezar kirin.

‘Êrîş berdewma komploya 1999’an e’

Xelat Xelîl yek ji jinên koçber ên Kampa Waşokanî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker aramî û berxwedana koçberan hedef dike û wiha got: “Ev 4 sal em koçber bûne, ji ber balafirên dewleta Tirk û çeteyên wê em neçarî koçberiyê bûn. Li vêderê li kampa Waşokanî em hatin bi cih kirin. Ev 4 sal jiyana me bi zor û zehmetî û kêm derfetan an go paşguhkirina rêxistinên mirovî ji me re derbas dibe. Lê em li vir in jibo em vegerin ware xwe. Îro carek din dewleta Tirk dixwaze dîroka dagirkeriya bajarê me zindî bike û dixwaze aramî û rêxistinbûyîna me ya kampê têk bibe. Em ji êrîşan natirsin. Me xeta berxwedaniyê hilbijartiye û em ê heya dawî berxwe bidin. Îro divê kampê de zarok tirsiyan, roja dagirkirinê hate bîra wan. Gelo ka mafê mirovan, ka mafê zarokan? Êdî bese rêxistinên mirovî pêwiste li gorî navê xwe kar bike. Ev bêdengiya ku li hemberî van êrîşan pêk tê berdewama komploya qirkirina gel, îrade û hebûna Kurda ya sala 1999’an e. Em xaka xwe dixwazin.”

‘Bêdengî hevkarî’

Fatma Elî ya jî yek ji koçberên kampê ye bi gotina “Bêdengî hevkarî ye” wiha berteka xwe ya li dijî êrişan anî ziman: “Keça min ji dema êrîş kiriye ew digrî, zarok pir tirsiyan. Em van êrîşan şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker tenê dixwaze demografiya herêmê biguhere û desthilatdariya Osmanî zindî bike, li hemberî wê dewletên navnetewyî jî bêdeng in. Ev bêdengî jî hevkarî ye. Êdî bese ku hun xwe li ser xwîna xelkê berjewendiyê xwe didin avakirin.”