Foza Yusif: DAIŞ’ê nû dewleta Tirk e

Foza Yûsif anî ziman ku ewê bi îradeya gel li dijî êrişên dewleta Tirk rawestin, dewleta Tirk jî weke ‘DAIŞ’ê nû’ pênase kir û got: “Roj roja piştevaniyê ye.”

Navenda Nûçeyan – Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, dewleta tirk êrişên xwe yê li dijî heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yusuf derbarê êrişan de ji ANHA’yê re axivî û bal kişand ku êrişên dawî yên dewleta Tirk domandina şerê nîjadkujiyê ku dijî Gelê Kurd û gelên herêmê dide meşandin e.

Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de sersaxîji malbata kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û wiha pêl da axaftina xwe: “Hedefgirtina sivîlan û binesaziyê binpêkirina peymanên navnetewî û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Ev sûcekî şer e. Armanca wan ew e ku herêmê ji xwediyên wê vala bikin." 

Foza, bal kişand ku Hikûmeta Şamê heta niha têkildarî êrîşan helwestek nîşan nedaye û wiha dom kir: “Li hemberî êrişên ku axa Sûriyeyê û welatiyên wê yên bi rûmet dikin hedef bêdengî cihê şermê ye, ji berpirsyariyê dûr e. Hikûmeta Sûriyeyê ji parastina sînorên berpirsyar e, pêwîste erkên xwe bicîh bîne.”

‘DAIŞ’a nû dewleta Tirk e’

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza, dewleta Tirk wekî “DAIŞ’a nû” pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên wê yên terorîstî ne tenê gelê me, ji bo tevahiya cîhanê tehdîdek e. Tirkiye ji bo komên radîkal bûye stargehek, ji bo hêzên demokratîk jî bûye girtîgeh. Hêzên navnetewî û herêmî ku dijî êrişan bêdeng in û peymanan bicîh nayîn jî berpirsên kuştina sivîlan in.” 

'Roj roja piştevaniya neteweyî ye'

Foza, da zanîn ku ji hemû cîhanê re eşkere dibêjin ku tu êrişek nikare yekîtî û îradeya  bihejîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li gel dikin, pêwîste gelê me rabe ser piyan û dijî van êrişên ku ax û rûmeta me dikin hedef dengê xwe bilind bikin, dijî dijmin bibin yek. Em ê bi îradeya gel dijî hemû êrişan bisekinin û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gel xwedî li saziyên xwe derkeve; ev roja yekrêzî û piştevaniya netewî ye.”