Dayika Armîta Grawand hat girtin

Dayika Armîta Grawand ya 16 salî ku rastî êrîşên ‘polîsên exlaqî’ hatibû, Şehrîn Ehmedî hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Dayika zaroka Kurd a 16 salî Armîta Grawand ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hinceta ku serê xwe negirtibû îşkence li hatibû kirin û li Nexweşxaneya Fecrê ya girêdayî Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Artêşa Tehranê di bin lênêrtina giran de tê ragirtin Şehrîn Ahmedî hat girtin.

Ji ber parvekirinên der barê keça xwe hat girtin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin; Sedema girtina Şehrîn parvekirina nûçeya Armîta ye. Ew bi weşandina nûçeyên der barê gefên li ser Şehrîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê tometkirin. 

Hevalên Armîta jî bi gefan re rû bi rû ne

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, hate gotin ku hêzên ewlekariya perwerdeyê li gel tîmeke parêzvanan hatine Konservatuara Arwa El-Waghgî ya ku Armîta lê dixwîne û gef li hevalên Armîta xwariye ku agahî parve nekin.