Ji bo Armîta Grawand gel li kolanan e

Ji bo Armîta Grawan ya li Tehranê di encama êrîşa polîsan de bi giranî birîndar bû, çalakiyên protestoyî yên hatibûn destpêkirin her diçe mezin dibin.

Navenda Nûçeyan – Di 1’ê cotmehê de li Tehran a Îranê jina bi navê Armîta Grawan ku ji bo biçe dibistanê li metroyê siwar bû li îstasyonê ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’  bi giranî hat birîndarkirin. Çalakiyên ji bo Armîta hatin destpêkirin her diçin mezin dibin.  

Xetereya jiyana Armîta didome û li Îranê protesto li her derê belav bûne. Gel ji bo Armîta Grawand ku di beşa lênêrîna giran de tê ragirtin daket kolanan, dirûşim berz kirin û li ser dîwaran “Keftarê pîr dîsa melek biçûk kir qurban” nivîsandin.