Li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk didomin

Êrişên dewleta Tirk ên piştî hedef nîşandana heremê didomin.

Qamişlo – Dewleta tirk gefên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorfireh kir û di encamê de bingeha jiyanê, saziyên xizmetguzariyê û stasyona petrolê armanc digire. Hêzên Ewlehiya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku di 15’ê êrîşên hewayî yên ku Tirkiyeyêk pêk anî de 2 welatî û 6 endamên girêdayê hêzên wan jiyana xwe ji dest dane.

Dewleta tirk di 4’ê Cotmehê bi balafirekê bêmirov êrîşî kargeha kerpîçan a bajarokê Sefiye yê Hesekê 3 caran bombebaran kir û di necamê de 4 karker birîndar bûn.

Êrîşên 5’ê Cotmehê

Dewleta tirk bi balafirên bêmirov Mezreya Mişêrfa Himê ya li ser riya Hesekê û Til Temirê 4 caran bombebaran kir û di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Di heman demê de lêdana wan a 3’yemîn de erebeyek kir armanc. Her wiha balafira bêmirov a dewleta tirk stasyona kehrebe ‘Bendava Xerbî’ ku pirani Hesekê û gundewarên wê kehrebe dike, bombebaran kir.

Dewleta tirk 3 caran jî derdor kampa Waşûkanî ku koçberên Serêkanî lêne, bombebaran kir.

Balafirên dewleta tirk derdora bendava Çilaxa ya li Bakurê Navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo bombebaran kir.

Dewleta tirk gundê Til Hebeş ê li başûrê navçeya Amûdê ku girêdayî Kantona Qamişloye armanc girt û di encamê de 6 Endamên Hêzên Ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha santral ceyranê ya li Başurê Amûdê bombebaran kir.

Balafireke bêmirov a dewleta tirk gundê Tewîlê yê Rojavayê navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê ye bombebaran kir. Di heman demê de gundê Rekbe yê li ser rêya Hesekê li başurê navçeya Til Temirê bombebaran kir. Her wiha gundê Dirdara yê dikeve Bakurê navçeya Til Temirê bi balafirên bêmirov hate bombebarankirin.

Balafirên bêmirov ên dewleta tirk gundê Qesif ê Başur û Rojavayê navçeya Sirînê ya li Başurê Kobanê bombebaran kir. Di heman wextê de balafira bêmirov a dewleta tirk motorsîkletek li nêzî gundê Xirab Eşk ê li Başurê Rohilatê Kobanê li ser riya M4 bombebaran kir. Di encama êrîşan de du welatî jiyana xwe ji dest dan.

Balafireke bêmirov a dewleta tirk noqteyek petrolê li navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişlo bombebaran kir. Her wiha Îstasyona Zarba ya Neftê ku dikeve Bakurê Tirbesiyê bombebaran kir. Di heman demê de stasyona Ewda ya gazê ya navçeya Tirbesiyê bombebaran kir.

Balafira bêmirov a dewleta tirk stasyona petrolê ya li gundê El-Qew ê navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo bombebaran kir.

Balafirên dewleta tirk îstasyona kehrebe ya li taxa Meysûn, gundê Sêgirka yên girêdayî bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de îstasyona kehrebe şewat derket.

Dewleta Tirk bi çekên giran gundê Seyda yê Eyn Îsayê topbaran kir.

Balafirên bêmirov ên dewleta tirk lu gundê Meyasê yê navçeya Şêrewa ya Herêma Efrînê noqteyek hêzên hikûmeta Şamê 2 caran bomberana kir û di encama êrîşan de 2 leşkerên wan birîndar bûn.

Dewleta tirk gundê Meyasê, gundê mezin, Kilûtê, daristana gundê Saxonekê û gundê Bênê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê û gundên Merenaz, Şêwrxa, Kiştîarê yên girêdayî navçeya Şera ya Herêma Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Di seatên dawiyê de jî dewleta Tirk nuqteyek înşaetê li Hîzama bakur  a bajarê Qamişloyê kir hedef.