‘Pêwîste partiyên siyasî ji hêza gel bawer bin’

Rojnamevana lêkolîner Nagîn Şeîkhul-Islamî Watanî, diyar kir ku bi konferansa “Jin, Jiyan, Azadî” re ji bo azadiya gelên Îran û Kurdistanê hewl hatiye dayîn nîqaşeke hevpar were pêşxistin û got: “Divê partiyên siyasî ji hêza gel bawer bin.”

 ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên curbecur ên serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Îranê ve ji ber hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye dest pê kir, berdewam dikin. Platforma Demokratîk a Îranê di navbera 30’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê konferansa “Jin Jiyan Azadî” li dar xist. Rojnamevan, siyasetmedar, çalakvan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Îranê beşdarî konferansê bûn.

Rojnamevana Lêkolîner Nagîn Şeîkhul-Islamî Watanî ku beşdarî konferansê bû, der barê konferansê de nirxandin kirin. Nagîn Şeîkhul-Islamî Watanî bal kişand ser pêvajoya qetilkirina Jîna Emînî û diyar kir ku Platforma Demokratîk a Îranê bi serhildana li Îran û Rojhilatê dest pê kir, li Koln, Swêd, Bruksel û Parlamentoya Ewrupayê konferansên li pey hev li dar xistin.

‘Armanc ji bo azadiya gelan pêşxistina nîqaşeke hevpar e’

Nagîn Şeîkhul-Islamî Watanî bal kişand ser wê yekê ku armanca wan konferansan komkirina gelên Îranê û pêşxistina gotareke hevbeş ji bo rizgariya gelên Îran û Kurdistanê ye û got:

“Di konferansên borî de, serokên siyasî û rêberên sivîl ên gelê Îranê hatin gel hev. Armanca konferansê hem gotinên me bike yek û hem jî gelan nêzî hev bike ye. Ji ber ku berê di civaka Îranê de ev yek hema bêje ne gengaz bû. Gelê li Îranê kêm ji daxwazên hev yên çandî, siyasî û civakî agahdar bûn.”

‘Gel di nava aştiyê de dijîn’

Nagîn Şeîkhul-Islamî Watanî diyar kir ku di panela ku di konferansa dawî ya platformê de hat lidarxistin de pêşniyar û peyamên partiyên siyasî hatin xwendin û ev nirxandin kir:

“Tevî ku nîqaşên hevpar ên di nav gel de hebûn di nava tevgerê de bi hev ve girêdayî bûn jî, di navbera partiyan de tunebûn. Kurd, Fars û Tirk bi hev re di nava aştiyê de dijîn, lê partiyên siyasî li pey armancên din in. Partiyên me yên çep ên pêşverû hene û rastgirên laîk xwedî armancên siyasî ne. Bi dîtina min rastgirên laîk ên li derve û yê rastgirên dîndar yê hundir ji hev ne qutin. Ji ber ku ber bi heman armancê ve diçin. Cudahiya wan tenê ew e ku yek dîktatorê olî ye û yê din dîktatorekî laîk e. Ji ber vê çendê, çend caran ev partiyane hewldane di nav heman gotarên wekhev debin.”

‘Neçar in ji hêza gel bawer bin’

Nagîn Şeîkhul-Islamî Watanî ku rexne li komên çep ên Îranê girt ku di mijarên marjînal û biçûk de cih digirin û wiha got: “Lê belê platform dibêje ku ew ‘Konfederalîzma Demokratîk’ diparêze ku hemû gel, hemû zayend û mirovên rastî cudakariyê hatine dikarin tê de beşdarî nîqaşê bibin.” Nagîn Şeîkhul-Islam anî ziman ku di konferansê de fikir û rexneyên cuda hatin ziman û wiha dewam kir:

“Bê guman, divê ku mirov qebûl bike ku her kes wekhev nafikire. Girîng e ku mirov hevdu qebûl bikin. Wek mînak partiyek federalîzmê pêşniyar bike, aliyê din konfederalîzmê pêşniyar bike, lê ya girîng ew e ku kîjan fikir dikare civak û mirovan bîne gel hev. Li gor min, partiyên siyasî yên li wir pirsgirêkên xwe hebûn, tiştên ku nedikarîn çareser bikin hebûn. Lê belê neçarin ji hêza gel bawer bikin. Di vir de êdî tê wateya rêbertiya bi tenê nemaye, divê jin û ciwan li ber çavan bên girtin.”