Sala 7’an a rizgarkirina Reqa: Em keyfxwşin lê zarokên me hê windane

Bajarê Reqa ku beriya 7 salan ji aliyê QSD’ê ve hatibû rizgarkirin bû şahidê gelek êşan. Jinên ku kes û karên wan di dema DAÎŞ’ê de hatin girtin, li rûxmê ewqas sal derbas bûye hîna li benda roja ku wê mirovên wan werin li derî bixin.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Reqa- Bajarê Reqa yê Bakûr û Rojhilatê Sûriye, di 20’ê Cotmeha 2017’an de ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin. Xebera azadiya bajarê Reqa ji bo gel weke welidînek nû bû, ji ber qadek ku êrîşên çeteyan lê dijwar bû. Li rûxmê ku li ser rizgarkirina bajar re 7 sal derbas bû malbat hîna li hêviya ku li bendê ne  mirovên wan ên winda rojekê werin li derî bixin. Jinên Reqa ên ku ji ajansa mere axivîn der barê dema ku bajar hatî rizarkirin û mirovên xwe ên winda axivîn.

‘Binpêkirin nayên tarîfkirin’

Yek ji  jinan Fadha Al-Xalaf da zanîn ku DAÎŞ’ê gelek êş bi gel dan jiyankirin û wiha got: “Em bûn şahidê bêedaletiyek mezin. Çeteyên DAÎŞ’ê ew binpêkirinên ku li baramberî me pêkanîn nayên tarîfkirin. Bi taybet sînordarkirin ji bo jin û zarokên keç anîn. Çerçefa reş li jinan kirin, heta carekê ji ber keça min çarçev nexistibû serê xwe wê bihata girtin. Leşkerên bi pare di sala 2015’an de havjînê min girtin. hevjînê min 50 salî bû. Bî îdeaya ku ji hêzên hikumeta Şamê kesek revandibû hatibû girtin. Sûc bê bingeh bû. Di dema ku nivî şevê hatin hevjînê min bigrin ew birin stadyomek ku weke girtîgeh bikardîanin. Dema ku em diçûn serdanê rûyî wî westayî bû. Ji ber leşkerên bi pare li dora me bû, me bi hevre ne diaxivî.”

 ‘Ez tucaran hêviyên xwe nabirim’

Fadha El-Xalaf diyarkir ku çeteyên DAÎŞ’ê li bajarê Reqa stadyoma şaredariyê vegrandibûn girtigehek ku di destpêkê de Êzidî û li beramberî jinan sûcên hovane pêkdianîn û got: “Cihê ku tûndîtûjî û bê edaletî lê dihat jiyankirin bû. Pştî ku min serdana hevjînê xwe kir ez vegeriyam mal û piştî wê rojê hevjinê min winda bû û min xwe negihandê. Li gelek navendên binçavkirinê ên bajar ez lê geriyam lê belê min nedît. Bi salane ez li ber deriyê malê li benda hevjînê xwe me. Ez hertim hêvî dikim ku wê rojekê were. Ez tu caran hêviyên xwe winda nakim.”

‘Hîna xwîn ji birînên me tên’

Fadha El-Halaf dema rizgariya bajarê Reqa wiha anî ziman û got: “Dema ku pêngava rizgarkirina Reqa destpêkirî em gelek bi heyecan bûn. Em gelek keyfxweşbûn me di got dema ku Reqa rizgar bibe wê windayên me werin dîtin. DAÎŞ ji bajar hate paqijkirin, bi dawî bû lê belê hîna birinên me xwîn jê tên. Me windayên xwe nedît û em dixwazin çete hesabê bidin. Bi sedan windahî hene. Jinên ku ev bi salane der barê aqubeta malbat û zarokên xwe de tiştekê nizanin êşê dikêşin.”

Kurê wê winda ye

Çîroka Fatima Semîr a 50 salî ku dayika sê zarokan e, çîroka wê ne cüda ye. Fatima Samir da zanîn ku 2 zarokên wê ji ber zilmê ji axa Sûriyeyê derketine û diyar kir ku kurekî wê jî winda bûye. Fatima Samir wiha got: "Di sala 2017'an de kurê min bavê 4 zarokan 34 salî bû. Dema ku diçû serdana hevalekî xwe ew girtin. Me li her derê pirsa wî kir, lê ti encam bi dest nexistin. Di serdema DAIŞ'ê de, me li vî bajarî sûcên hovane dîtin. Carekê min dît ku destê kesekî jê kirin. Carek din jî min dît ku li çerxeriyê laşê xortekî daliqandin. Me nekarî xwe bigihînin kurê xwe, niha ez û hevjîna xwe bi hev re li zarokên kurê xwe xwedî derdikevin. Em pîr bûne û êdî têra xwe ne hêz in."

Herdu zarokên xwe jî winda kirin

Dayika 4 zarokan Wadha Abdullah El-Kardawî ya 60 salî got ku du zarokên xwe winda kirine. Weda Ebdullah El-Kardawî da zanîn ku 2 zarokên wî yên 18 û 22 salî di dema DAIŞ’ê de hatine girtin û got, “Yek ji kurên min di serdegirtina malan de, yê din jî li derve hatiye girtin. Li vî bajarî zulmeke mezin hat kirin û jin rastî gelek binpêkirinên dijmirovahî hatin. Em neçar bûn ku li ber malên xwe jî peçe li xwe bikin. Ger dihat famkirin ku jin an zarokek keçek parfum li xwe kiriye, cezayê giran lê dihat birîn. Parfum, makyaj, zêr û kincên rengîn hatin qedexekirin. Carekê kurê min, hevserê min, mamê wî û pismamê wî girtin, ji ber ku keça min bê peçe hat ber derî. Ji ber ku keça min deqeyekê bê perde derket pêşberî derî ev hemû zilam hatin girtin. Ew hefteyekê di girtîgehê de rastî îşkenceyê hatin û piştre hatin berdan.”

‘Em li benda QSD’ê bûn’

Weda Ebdullah El-Kardawî anî ziman ku bi hinceta olê sûcên hovane hatin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi bêsebir li bendê bûn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarê me rizgar bike. Heta ku em sax bin em ê ji bîr nekin ku DAIŞ’ê çi aniye serê me. Em gelekî kêfxweş in ku bajarê me hatiye rizgarkirin, lê ji ber ku zarokên me venegarin malên xwe, kêfxweşiya me ne temam e. Em piştgiriyê didin biryara Rêveberiya Xweser a li ser darizandina çeteyan û em li bendê ne ku di demek herî kurt de ev çete bên darizandin."