'Êrîş û dorpêç nikare berxwedana me lawaz bike'

Jinên Efrînê yên ku him li dijî êrişên dewleta Tirk him jî li dijî rêgiriya hikûmeta Şamê li ber xwe didin diyarkirin ku wê heya dawiyê berxwedana xwe bilind bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 4'ê Cotmehê ve dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî ve êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehtir kirine, di encama van êrîşan de 2 zarok û 48 kes jiyana xwe ji destan û gelek kes jî birêndar bûn, her wiha binsaziya herêmê di van êrîşan de hatin hedefgirtin.

Li Şehbayê êriş û rêgirî

Li kêlek êrîşên ku li ser herêmê pêk tên Hikumeta Şamê li ser kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgiriya xwe dijwartir kiriye û pêdîviyên jiyanî derbasî herêmê nake. Li hember van siyasetên tunekirinê jinên Efrînê yên koçber û li wargeha Berxwedan dijîn nameya xwe ya berxwedan û têkoşînê ji ajansa me re parve kirin.

Nisrîn Horo bal kişand ser zehmetiyên ku di nava êrîş û dorpêçê de dijîn û wiha vegot: "Em zehmetiyên gelek dijwar dijîn. Aliyekê dewleta tirk a dagirker êrîşî me dike aliyê din jî Hikumeta Şamê dorpêça xwe ser me zêdetir dike. Bi balafiran êrîş dike û dixweze berxwedan û îradeya me biçewsîne. Rewşa wargehan cudatirin ger êrîş bike wê hemû kamp bê hilweşandin ji ber çadirin û nêzî hevdu ne. Erdoxan hemû qanûn û sînorên exlaqî derbas dike û hesab ji kesekî re nake û bi çekên qedexekirî êrîşên xwe pêk tîne. Li kêlek wê dorpêç jî ser me girantir dibe bi taybet em ber bi zivistanê ve nêz dibin nahêlin mazot û pêdîviyên gel derbasî herêmê bibin. Hemû dewlet li dijî Kurdan hevkarin û dixwazin îradeya me bidin çewisandin. Li dijî vê hevkarê em ê bibin yek û berxwedana xwe bilind bikin, em ê bi vîna xwe li dijî balafirên dagirkeran bi îsrar bisekinin."

'Berxwedana me ji dorpêç û êrîşên dagirkeran mezintir e'

Zozan Ebdo jî tekes kir ku êrîşên dagirkeiryê xeteriyekê bi xwe re ava dike, lê tu carî neghînin armancên xwe û got: "Nêzî 6 sal in em li kampê li dijî her cureyên zehmetiyan berxwedana xwe bilind bi îsrar didomînin. Em di gelek zehmetî û astengiyan re derbas dibin, Hikumeta Şamê jî gelek pêdîviyên jiyanî ser me qutkiriye zivistan û havînê em zehmetiyan dibînin dîsa berxwedana me ji dorpêç û êrîşên dagirkeran mezintir e. Dewleta tirk bi balafir û êrîşên xwe tu carî nikare ji vîna me bişkîne."

'Li dijî êrîşan em ê serî hildin'

Heyat Birîm êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û dorpêça Hikumeta Şamê şermezarkir û wiha pê de çû: "Berxwedana me li wargehên koçberiyê bû 6 sal bê navber û westandin berdewam dike. Di nava van salan de rojane dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze em berxwedana xwe bisekinînin û teslîmkariyê qebûl bikin. di van demên dawî de Erdoxan êrîşên xwe zêdetir kiriye ji Şehba heya Dêrîkê bigire. Bi êrîşên xwe dixwaze yekbûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyankirin bin pêk bike. Em ê tu carî nehêlin dijmin bighîne armancên xwe. Em tune û qir nabin li hember her cureyê qirkirinê em ê serî hildin. Li kêlek wê dorpêçkirin jî avêtine ser me. Bersiva me ji dijmin re ku em ê her tim di çalakî û kolanan de bin û li dijî êrîşan ser piya bin. Em ê serî hildin û jiyanek bi rûmet bijîn, dûrî koletî û bindestiyê ve."