‘Jinên Mexrib ji bo piştgiriya gelê Filistînê meşiyan’

Jinên Mexrib ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlên li Şerîda Xezayê meşiyan. Di meşa protestoyê de bal hat kişandin ku Îsraîl bi guhnedana peymanên navneteweyî sûcê şer kiriye û bang kirin ku dawî li dagirkeriyê were.

HENAN HARİTE

Mexrib – Pevçûna Îsraîl û Filistînê kete roja xwe ya 10'emîn. Li gelek welatan qetlîamên Îsraîl ên bi hedefgirtina sivîl û qadên jiyanê yên li Şerîda Xazeyê ya ku ambargoya xwe didomîne, hatin protestokirin. Yek ji cihên ku xwepêşandan lê hatin lidarxistin Mexrib e.

Li Rabata Maxrib bi hezaran kes li hev civiyan û êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlan şermezar kirin. Di meşa ku jin bi awayekî girseyî beşdar bûn de alên Filistînê û wêneyên Mescîda Eqsayê hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên ku piştgirî didin gelê Filistînê hatin berzkirin. Jinên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku Îsraîl bi sûcên şer peymanên navneteweyî binpê dike û ji bo rawestandina êrîşên li dijî sivîlan, rakirina dorpêça li ser Xazê û vegerandina av, gaz û ceyranê banga destwerdana lezgîn kirin.

'Divê dagirkerî demildest bi dawî bibe'

Ji jinên beşdarî meşê bûn Amîna Sabeel wiha got: “Em wek jinên Mexrîbê doza Filistînê diparêzin û ji ber vê jî em beşdarî meşê bûn. Divê edalet ji bo gelê Filistînê pêk were. Divê dagirkeriya Filistînê di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”

'Em hemû tundiya li ser gel tê kirin şermezar dikin'

Khadija Musadel anî ziman ku dilê wan bi hemû gelê Filistînê û Xezayê re ye ku niha di bin bombebarana Îsraîlê de ye. Khadija Musadel got: “Dagirker li dijî gel biryarên qirkirinê didin. Em her cure tundiya li ser gel şermezar dikin.” Khadija Musadel bal kişand ser vê yekê ku bêdengiya navneteweyî ya ku bi polîtîkaye dagirker a Îsraîlê dewam dike, bûye sedema êş li gelê Filistînê û diyar kir ku gelê Filistînê rastî îşkenceya herî xerab hatiye.

Khadija Musadel wiha got: “Weke jin em tevlî meşa li dijî neheqiyê bûn. Em dixwazin ji hemû cîhanê re bibêjin ku em yekgirtî ne. Em ji îstîsmar, qirkirin û koçberkirina gelê Xezayê re dibêjin 'na'. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin ku bi gelê Filistînê re bibin yek."