Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin

Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû 3 kes mirin.

Navenda Nûçeyan- Keştiya ku penaber tê de bûn li peravên Girava Sömbeki (Simi) ya li hember Datça ya Behra Egeyê noqî avê bû. Hat diyarkirin ku di encama binavbûna keştiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku di botê de 13 penaber hebûn, ji penaberan 8 kes xilas bûn.

Xebatên lêgerîn û xilaskirina 2 penaberên winda didomin.