‘Divê rojnamegerên jin dengê xwe zêdetir bidin bihîstin’

Rojnamegera bi tecrubeya 30 salan Samia Abdel Majeed Al-Aghbarî diyar kir ku piştî şerê li Yemenê zehmetiyên rojnamegerên jin zêde bûne û wiha got: "Divê rojnamegerên jin li hemberî zehmetiyan têkoşîna xwe mezin bikin, dengê xwe derxin."

NUR SARÎB

Yemen- Seroka Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Sanayê Dr. Samia Abdel Majeed Al-Aghbarî li bajarê Hodeidahê dibistana navîn a Belqiz di beşa rojnamegeriyê xwend. Paşê, xwendina xwe ya lîsansê li Fakulteya Ragihandina Komê ya Zanîngeha Qahîreyê li Misrê bi bûrsê qedand. Piştî qedandina xwendina xwe ya lîsansê, mamostehî salekê mecbûrî ye.

Samia Abdel Majeed ku wek dilxwaz li Radyoya Hodeidah dest bi kar kir, di sala 1987’an de wek berpirsa giştî ya çapemeniyê li ofîs û beşa rêvebirinê yê Wezareta Rewşenbîrî û Çandê kar kir.

Samia Abdel Majeed ku di heman demê de li Wezareta Agahiyê ya Fona Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (BM), Komîteya Bilind a Jin û Pêşketinê, wekî nûnera jinan perwerdeyê dide, bi xebat û parêzvaniya xwe ya li ser pirsgirêkên jinan ên li Yemenê jî tê nasîn.

'Sala 70'î ya li Yemenê serdema zêrîn a jinan di rojnamegeriyê de bû'

Samia Abdel Majeed Al-Aghbarî, serboriyên xwe yên der barê pîşeya xwe ya rojnamegeriyê û xwendina jinan de ku ev zêdetirî 30 salan e li pey xwe dimeşîne ji ajansa me re parve kir.

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî bal kişand ser lêkolîna xwe ya ku di navbera salên 70 û 80'î yî de di dema pîşeya rojnamegeriyê de li bakurê Yemenê berawird dike, diyar kir ku di lêkolînê de derketiye holê ku di salên 70'î de temenê xwe yê zêrîn di rojnamegeriyê de derbas kiriye û di salên 80'î de dest bi xirabûnê kiriye. Samia Abdel Majeed Al-Aghbarî got ku lêkolîna wê nayê qebûlkirin ji ber ku ew ne dijber e.

 ‘Ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet û malbatên wan li Iraq û Urdunê kar kiriye’

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî, diyar kir ku ji bo serdana hemû malên lênêrîna civakî yên zarokên xwedî pêdiviyên taybet û malbatên wan ên li Iraq û Urdinê hatiye erkdarkirin û got, "Raporeke berfireh li her du welatan hat amadekirin, lê nehat bicihanîn. Di sala 1989’an de ez jî beşdarî amadekirina civîna maseya dor li ser jin û pêşketinê bûm.”

'Min ji bo jin û zarokan rûpelek taybet di kovarê de vekir'

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî destnîşan kir ku di rojnameya bi navê Al-Thawra de dest bi pîşeya xwe ya rojnamegeriyê kiriye û wiha behsa serpêhatiya xwe kir:

“Paşê min rûpelek taybet ji bo jin û zarokan bi navê 'Malbata kêfxweş, zarokê kêfxweş' vekir. Kovarê mijarên girêdayî jin, malbat û zarokan digirt dest û her roja yekşemê derdiket. Paşê ez li rojnameya Al-Wehde xebitîm. Berpirsiyara partiyên siyasî, sendîka û jinan bûm. Her wiha ez ji bo amadekirina rûpela parlamenterên jin di rojnameya Al-Wehde de hatim erkdarkirin û di sala 1993’an de ji bo şopandina civînên encûmenê ez hatim wezîfedarkirin ji bo Meclisa Nûneran. Eleqeya min bi rojnamegeriyê re bi esas bi tiştên ku di rojnamegeriyê de nehatine gotin bû. Ev zewac, zewaca di temenê biçûk û bi giştî jinan eleqedar dikin. Di dema birêvebirina rûpela jinan a Rojnameya Al-Thawra  de, ez bi mijarên civakî yên wekî perwerde, tenduristî, xizanî û ciwanî û tundiya li ser jinan û têkiliyên malbatî re eleqedar bûm. Bi taybetî min giranî da ser pirsgirêkên jinan ên li gundan.”

‘Teza min a li ser mafên jinan li zanîngeha Qahîreyê hat qebûlkirin’

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî ku di sala 1995'an de bi bûrseke ku li Fakulteya Ragihandina Komê ya Zanîngeha Qahîreyê di çarçoveya projeya Hollandayê de wergirtiye dest bi mastera rojnamegeriyê kiriye, diyar kir ku wê dest bi nivîsandina teza masterê ya li ser mafên jinan kiriye. Samia Abdel Majeed Al-Gahbarî zehmetiyên ku di vê pêvajoyê de jiyaye wiha vegot:

“Tez li ser mafên jinan bû. Ew lêkolînek zanistî ye ku mijarên çapameniya Yemenê yên serdema 1985-1995-an vedihewîne. Bû yekem teza masterê ya Yemenê ku li Fakulteya Agahiyê ya Zanîngeha Qahîreyê parastiye. Di wê demê de ji ber ku mûçeye min hat birîn û ez neçar mam di rojnameyê de binivîsim û bixebitim, rastî zexteke cidî ji aliyê xwediyên kar ve hatim. Min bi mûçeyek hindik di rojnameya Al-Savra de nûçegihanî kir. Lê ji bo ku karê xwe yê rojnamegeriyê bi xebatên xwe yên zanistî ve girêbidim ez gelek xebitîm û di sala 1999’an de min mastera xwe qedand. Di sala 2005’an de, min doktoraya xwe ji zanîngeha Qahîreyê, Beşa Agahdariyê, bi notên hêja û rûmetên pola yekem girt.”

'Pirsgirêkên rojnamegerên jin ên Yemenê piştî şer zêde bûn'

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî ya ku ji bo qedandina doktoraya xwe çûbû Amerîkayê, diyar kir ku ji ber zihniyeta mêranî di gelek mijaran de rastî astengiyan hatiye. Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî ku di sala 1986’an de tevli Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê bû, endama Yekitiya Rojnamegerên Ereb û Federasyona Rojnamegerên Navdewletî ye, got ku ew bi  israra hevalên xwe yên rojnameger bûye namzed û di konferansa Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê ya sala 2004’an de nehat hilbijartin.

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî ku di sala 2005'an de piştî qedandina doktoraya xwe careke din di rojnameya Al-Thawra de dest bi kar kir got: “Min di rojnameyek de dest bi nivîsandina quncik bi navê 'Spotlight' kir. Min bal kişand ser gelek mijarên civakî."

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî der barê pirsgirêk û zehmetiyên rojnamegerên jin de wiha got: “Rewşa rojnamegerên jin ên Yemenê piştî şer gelek guherî. Girtina gelek rojname û kovaran û tengkirina azadiya berdest bandoreke neyînî li rojnamegeriyê bi giştî û bi taybetî jî li rojnamegerên jin kiriye. Wekî din, gelek rojnamegerên jin ên ku ji Koleja Ragihandina Komelryê mezûn bûne, nikarin kar bibînin. Gelek rojnamegerên jin di qadên ji derveyî medyayê de dixebitin. Hinek bi pereyên hindik li ser malper û rojnameyên dîjîtal ên Yemenê û Erebî de dixebitin. Li Sanayê, Aden, Taiz, Mağrip yan jî Hadramaut çend jin di dezgehên ragihandinê yên fermî de dixebitin. Lê ew bi mûçeyek pir hindik dixebitin.”

'Ji ber zîhniyeta mêrîtiyê ji wezîfeyên serokatiyê tên dûrxistin'

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî bal kişand ser zextên siyasî û civakî yên li ser rojnamegerên jin û wiha got: “Rojnamegerên jin di bin siya şer û pevçûnan de nikarin bi awayekî profesyonel binivîsin. Jinên rojnameger piştî şer nikarin wek jineke rojnameger bixebitin. Her wiha di tevgerîn û rêwîtiya bê mêr de jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Xebatkarên medyayê yên jin ji ber zîhniyeta mêrîtiyê ji wezîfeyên pêşeng ên saziyên çapemeniyê tên dûrxistin.”

'Divê jinên rojnameger têkoşîna li dijî zehmetiyan mezin bikin'

Samia Abdel Majeed Al-Agahbarî bal kişand ser vê yekê ku rojnamegerên jin li dijî zext, bêbextî û heqaretan li dijî wan serî li darazê nadin û wiha got: “Ji ber ku daraz li gorî mêran biryaran dide. Divê rojnamegerên jin li hemberî zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû ne, têkoşînê mezin bikin û dengê xwe zêdetir bidin bihîstin.”