Li Îranê bi pileya 5,3 erdhejek pêk hat

Li navçeya Fin ya eyaleta Hurmuzgan a Îranê erdhejek bi pileya 5.3 pêk hat.

Navenda Nûçeyan – Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir ku li Îranê erdhejek bi pileya 5.3 rû daye ku navenda wê navçeya Fin ya eyaleta Hurmuzgan ye. Hat diyarkirin ku erdheja ku li gor saeta herêmî di saet 08.29an da hat qeydkirin 19 kîlometre di bin erdê da çêbûye.

Derbarê wendahiya canî û madî de heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.