Di erdhêja nû ya Efganistanê de bi sedan kes birîndar bûn

Li Efganistanê ji ber erdheja ku duh li Heratê rû da hat zanîn ku 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 100 kes jî birîndar bûne.

Navenda NûçeyanLi Efganistanê erdhejeke nû bi pileya 6.3 rû da, neh roj piştî erdheja yekem ku welat hejand, û piştî hefteyekê du erdhejên bi hêz çêbûn, ku bû sedema bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û gelek gund bi temamî wêran bibin.

Erdheja ku 15’ê Cotmehê li Efganistanê 32 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarê Heratê rû da ku nêzîkî 272 hezar kes lê dijîn. Li gor zanyariyên rêxistina alîkariyê ya bijîjkên bêsînor, 2 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Serokê tîma hawarhatinê ragihand ku li bajarê Haratê jî 1 kes jiyana xwe ji dest daye  û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûye, û bal kişand ser wê yekê ku erdheja nû a ku welat hejand, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe,  ji ber ku nikarîn xwe bigihînin hemû deverên ziyandar.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku navenda erdheja ku duh welat hejand, bi qasî 34 kîlometreyan li dervayê bajarê Heratê û 8 kîlomêtir kûrahî di bin erdê de ye. Du erdhejên ku di nava hefteyekê de li Efganistanê rû dan, bûn sedema hema hema bi temamî wêrankirina gundên bajarê Heratê, yek ji erdhejên herî wêranker a di dîroka nûjen a welat de ye.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku zêdetirî ji sedî 90 ji xelkê ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in, di heman demê de rayedarên Talîbanê piştrast kirin ku her du erdhejên berê, bûne sedem ku li seranserê eyaletê zêdetirî 2 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin.

Statîstîkên Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku nêzîkî hezar û 294 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 688 kes jî birîndar bûne. Li navenda erdhejê a li aliyê Zinda Xanê hemû mal wêran bûne. Erdheja yekem û ya dûyem ku Efganistanê hejand bû sedema hilweşîna dibistan, klînîkên tenduristiyê, gelek gund û bi sedan xaniyan.