Rojnamevan bi kelemçekirina paş ve hatine binçavkirin

Rojnamevanên li Îzmîrê hatin binçavkirin, bi parêzerên xwe hevdîtin kirin. Rojnamevan, dan zanîn bi kelemçekirina paş ve hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, Nûçegihana Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Fatma Fûnda Akbulut duh serê sibê di encama serdegirtina malan a li Îzmîrê de hatin binçavkirin.

Rojnamevanên li Şaxa TEM’ê ya li Çankayayê tên ragirtin, îro bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Hate diyar kirin ku rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin û biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya wan berdewam dike. 

Rojnamevan kelemçeya bi paş hatin binçavkirin

Rojnamevanan dan zanîn ku di hevdîtinê de dest danîne ser materyalên wan û anîn ziman ku bi kelemçeya paş ve hatine binçavkirin. Parêzeran ragihand ku di dema binçavkirinê de polîsan bi darê zorê serê Semra Tûran û Delal Akyuz çemandine û wêne kişandine. Melîke Aydin, da zanîn ku dema di sala 2019’an de hate binçavkirin, polîsên ku îfadeya wê bi wergirtine, xwestine pê re “hevdîtina bi devkî” çêbikin. Kar û barên rojnamevanan ên li miduriyeta polîsan berdewam dike û tê payîn sibê îfadeya rojnamevanan bê wergirtin.