Boykota mamostayan berdewam dike

Li gelek deverên başûrê Kurdistanê mamosta daketin qadan û daxwaza mafê xwe dûbare kirin.

Navenda Nûçeyan- Ev nêzî 5 mehane xwepêşandan û boykotên mamoste û karmendên li Germiyan, Helebce, Silêmaniyê, Raperîn û Koyê berdewam dikin. Îro mamostayên nerazî yên li Helebce, Germiyan, Koye û Raperînê li ber Rêveberiyên Perwerdeyê yên herêmên xwe kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.

Mamosta di daxwazên xwe de bi israrin

Di xwepêşandanê de mamostayan ragihandin ku vê desthilatê bi awayekî bêwijdanî bi rêya zêdekirina bacê û zêdekirina nirxê pêdawîstiyan, mamosta ji mafên wan ên herî bingehîn ku mûçeyên wan in, bêpar hiştine.

Her wiha mamostayan bang li hikûmetê kirin ku di zûtirîn dem de bersiva daxwazên wan ên tayînkirina mamostayên bi peyman û di dema wê de dayîna mûçeyan bide.

Mamostayan tekez kirin ku zext û gef wê li pêşiya daxwazên mafên wan nebe asteng.

Hêjayî bi bîrxistinê ye Wezareta Perwerdê ya hikûmeta dembûrî ya başûrê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî serrastkirina proje yasaya bûdceya Iraqê, ew ê ji 5 daxwazên mamostayan 2 jê pêkbînin, ku fikarên mamostayan çêkiriye û biryara berdewamkirina xwepêşandanê didin.