Meşavanên Azadiyê li Sêwereg û Curnê Reş ya Riha ne

Herdû Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku Wan û Qersê ketin rê duh li Amedê gihan hev û ji Amedê rê ketin û gihan navçeya Sêweregê û Curnê Reş ya Rihayê.

Navenda Nûçeyan- Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de ji hêla siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ve li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, duh li navenda Amedê gihan hev û li dijî hemû mudaxeleyên polîsan meşa xwe berdewam kirin, îro gihan navçeya Sêwergê û Curnê Reş ya Rihayê.

Meşvanên Azadiyê, çûn serdana gora siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku di 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû û Mahmût Zengîn ku li Girtîgeha Amedê (Zindana Amedê) bedenê xwe dabû ber agir.. 

 ‘Em ê tiştên li wî hatine kirin ji bîr nekin’

Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî di bîranînê de axivî û wiha got: “Îbrahîm Ayhan di têkoşînê de kesayetekî girîng bû. Tiştên wî jiya, careke din anî bîra her kesî bê ka li vî welatî çi zilm û tundî heye. Em ê tiştên li wî hatine kirin ji bîr nekin. Bi biryareke vala parlamenteriya wî hate betalkirin. Wî dixwest tecrîd were rakirin. Yên ku tecrîd û înkar li vî welatî ferz kirin bûn sedema mirina wî. Ji bo ku ev tişt êdî neqewimin me dest bi vê meşê kir. Heke tecrîd hebe, hiqûq û demokrasî tune ye. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin.”

‘Kesek nikare pêşî li ber azadiya gelê kurd bigire’

Piştre jî meşvan çûn serdana gora Mahmût Zengîn. Gelek kesan di ketina goristanê de meşvan bi dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir axivî û wiha got: “Çaran gotibû ‘Agirî nevemirînin, gur bikin.’ Di van 42 salan de ev agir gur bû û êdî kesek nikare pêşî li ber azadiya gelê Kurd bigire. Bila her kes bizane ku ev agir dê me bigihîne azadî û aştiyê.”

Beşdaran di bîranînê de qurnefîl danîn ser goran. Meşvanên Azadiyê pişt re heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeyan meşiyan. Tevî baranê jî gelek mirovan bi çepik û dirûşmeyan piştgiriya meşê kirin.

‘Di dawiya vê meşê de ji bo me hemûyan azadî heye’

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê axivî, wiha got: “Di dawiya vê meşê de ji bo me hemûyan azadî heye. Tecrîda li vî welatî tê pêkanîn, pêşeroja Tirkiyeyê ipotek dike. Em dixwazin bang li kesên nasname, zimanê tune dihesibînin û pirsgirêka Kurd li me ferz dikin; Rastiya birêz Ocalan a ‘ez dikarim vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim’ heye. Ev bang di heman demê de li dewletê û li kesên dixwazin jiyaneke nû ava bikine. Em ji bo daxwazên mafên gelê Kurd ê dest ji ziman û nasnameya xwe bernade yên mafdar bi awayekî demokratîk çareser bibin dimeşin. Em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan dimeşin. Em meş dê bibe meşa me hemûyan û ev azadî jî dê bibe ya me hemûyan. Em ê serbikevin.”

Meş, bi dirûşmeya “Bimre koletî, bijî azadî” berdevam kir. Meşvan ber bi rawestgeha xwe ya din navçeya Curnê Reş (Hîlwanê) ve bi rê ketin.

Meşvanên Azadiyê piştî Sêweregê gihiştin navçeya Curnê Reşê. Piştî meşa li navenda navçeyê bi dirûşmeyan hate lidarxistin, li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî li ber pankarta “Me welatparêziya welatê ku kesê nekarî navê wî bîne ziman kir” hate dayîn.

‘Serkeftin ya me ye’

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin a li vir axivî û got: “Em li her derê ku çûnê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Em minetdarê gelê xwe ne. Bila daxwazên girtiyan, dayikên me bên bicihanîn û tecrîd were bidawîkirin. Em komploya navnetewî ji vir şermezar dikin. Daxwaza me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê hevdîtin demildest pêk bên. Serkeftin ya me ye.”

Di dema daxuyaniyê de ciwanan pankarta “Azadiya Rêberê me azadiya me ye” bi navçeyê ve daliqandin. Meşvanan bi çepik û tilîliyan bersiva ciwanan da. Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bimre koletî, bijî azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Piştre dîsa ber bi navenda navçeyê ve meşek hate lidarxistin. Piştî meşa li navçeyê girse ber bi Rihayê ve ketin rê.”