ATO: Ji sedî 10 jinên bêkar li herêmên erdhejê ne

ATO di rapora xwe ya piştî erdhejên 6'ê Sibatê de amade kir, bal kişand ku hejmara jinên bêkar zêde bûye.

Navenda Nûçeyan - Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) rapora ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ya li herêmê li ser rewşa tenduristiya karkeran û ewlehiya kar amade kiribû bi raya giştî re parve kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku li herêmên erdhejê îstîhdama jinan kêm bûye, şert û mercên tenduristiyê yên karkeran û gel ên bajaran, avahiya aborî û demografîk, rewşa xizmetên tenduristiyê û daneyên îstîhdamê cih digirin.

Daneyên di raporê de wiha ne:

“ *Li gorî daneyên sala 2021’an li herêma karesatê ya 11 parêzgehan 3,8 milyon kes dixebitin û rêjeya îstîhdama herêmê di îstîhdama welat de ji sedî 13,3 ye.

 *2,3 mîlyon karker qeydkirî ne û 1,5 mîlyon jî neqeydkirî ne. Rêjeya îstîhdamê ya nefermî li seranserê herêma karesatê ji sedî 39 e.

 *Li 69 parêzgehan, bi taybetî li 7 parêzgehan li herêma karesatê salane îstîhdam kêm dibe, lê kêmbûna hejmara karmendên jin li ser asta giştî ye.

 * * Hatay bi 55 hezar û 270 (ji sedî 28,3), Mereş bi 42 hezar û 215 (ji sedî 24,6) û Meletî bi 23 hezar û 242 (ji sedî 19,9) salane xisarên karmendan bûne sê parêzgehên ku îstîhdam bi lez kêm bûne.

 *Daneyên TEPAV'ê jî di raporê de cih girtin. Li gorî vê yekê di Tîrmeha 2023'an de hejmara karkerên jin ên bi mûçeyê hatine sîgortekirin mehane 106 hezar û 79 kêm bûye. Hat destnîşankirin ku kêmbûna piştî erdhejê 346 hezarî derbas kir.

 *Hatay yek ji wîlayetên ku bi 17 hezar û 889’an îstihdama jinan kêm bûye. Piştî Hatay bi 11 hezar û 192 Mereş û 8 hezar û 551 Meletî tê.

 * Li Tirkiyeyê di sala 2021'an de bi giştî bêkariya jinan 1,5 mîlyon bû, ji sedî 10'ê wê, ango zêdetirî 141 hezar jinên betal ên li herêma erdhejê dijîn.

 *Di heyama Çile-Tebaxa 2023’an da li 11 parêzgehên ku li herêma erdhejê ne li gor heman heyama par ji sedî 24 zêde bû.

 *Ziyana herî mezin di kargehên pîşesazî de ji aliyê hêza kar ve hat dîtin, beşek ji hêza kar zirar dîtiye û hêza kar a mayî jî ji ber ziyana darayî û sedemên derûnî koçî parêzgehên ewledar kirine.”