Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 28 hezar û 576

Hejmara kesên di êrîşên bênavber ên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne de jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 576.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, daxuyaniyeke nivîskî parve kir û derbarê rewşa dawî ya herêmê de agahiyan parvekir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di 24 saetên dawî de di 11 qetlîamên ku Îsraîlê li Xezayê pêkanî de 103 kes jiyana xwe ji dest dan û 145 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 28 hezar û 576 kes. Her wiha hate ragihandin hejmara birîndaran jî bû 68 hezar û 291.

Her wiha di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin heta niha jî cenaze di bin kavilan û li kêleka rê de asê mane, lê ji ber astengiyên Îsraîlê, ekîbên tenduristiyê û karkerên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.