Çalakvanên Mexmûrê: Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo emê di çalakiyan de bin

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê bejdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne diyarkirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî azad nebe wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 1’ê Sibatê de starta çalakiyên 15’ê Sibatê hat ragihandin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî de çalakiya nobetê ya 3 rojan vegerîn çalakiya greva birçîbûnê. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Mexmûr hat destpêkirin berdewam dike. Jinên ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne axivîn.

Bihar Kara ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye wiha got: “Ev zêdeyî sê sal e me agahiyek ji Rêber Apo ku li greva Îmralî di bin tecrîdek girankirî de tê girtin negirtiye. Weke gelê Mexmûrê ev 7 meh e me çalakiya nobetê daye destpêkirin. Ev dû roj e jî ji bo komploya 15’ê Sibatê me nobeta xwe veguherand çalakiya greva birçîbûnê. Ne tenê li Mexmur li tevayî Kurdistan û Ewropa çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo belav dibin û berdewam dikin. Mirov dikar bêje ev çalakî gihaye asta cîhanî; rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û hemû kesên ku ji fikirê Rêber Apo bandor bûne li her derê cîhanê di nava çalakiyan de ne.”

‘Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo dê çalakiyên me bidomin’

Bihar Kara da zanîn ku ev 25 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin tecrîdek girankirî de tê girtin û wiha got: “Kesayetek weke Rêber Apo wê sibe 25 salên xwe tamam bike ku di gireveke wiha de li Îmralî di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Ji mafê ku girtî digrin ên weke hevdîtina malbat û parêzeran bê par tê hiştin. Hem weke wargeh û hem jî weke gelê Kurd heta em Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad nekin û pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê ev rêzeçalakiyên me berdewam bike.”

‘Em ji hev hêz digirin armance me hemûyan yek e’

Bihar Kara çalakiyên ku li Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin silav kir û got: “Em ji vêderê çalakiya grevên birçîbûnê ên girtigehên Bakûr, nobeta dayîkên girtiyan, meşa azadiyê û berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê tê kirin silav dikin. Em ji hev hêz digirin armance me hemûyan yek e, emê Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin.”

‘Rêber Apo hêz dayê jinan’

Mirarî Nêrwehî ku bejdarî çalakiya gireva birçîbûnê bûye 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Em komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin. Ev 3 sal in em ji Rêber Apo agahî nagrin. Em dixwazin ji Rêber Apo agahî bigrin. Em ji bo agahî girtîna ji Rêber Apo tevlî çalakiya greva birçîbûne bûne. Armanca çalakiyên me misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe, em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Divê hemû kesên xwedî wijdan ji bo Rêber Apo hemû tiştî bikin. Rêber Apo hêz dayê jinan û divê em jin jî bi vê hêzê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Ez bang li hemû gelên Kurd dikim ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevlî hemû çalakiyên tên pêkanîn bibin, têbikoşîn û em Rêber Apo bi awayekî fizîkî di nava xwe de bibînin.”

‘Armanca me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’

Jina ciwan Axîn Gokalp ku di çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe girtiye wiha got: “Ez wek jinek ciwan a Mexmûrê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikim. Em wek jinên ciwan dixwazin Rêber Apo bi awayekî fizîkî di nava me de azad bijî. Li Kurdistanê û seranserê cîhanê ji bo Rêber Apo meş û çalakî û li girtîgehan jî grevên birçîbûnê hatine dest pê kirin, em silavên xwe ji hemûyan re dişînin. Em Meşa Mezin Azadiyê ku li Bakûrê Kurdistanê hatiye dest pê kirin silav dikin. Armanca me li hemû qadan yek e. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, em ê çalakiyên xwe  berdewam bikin.”