Beşdarên Iraqî: Rêveberiya Xweser ji bo Iraqê çavkaniya hêzê ye

Calakvan û rojnamevanên ku ji Bexda û Mîsanê beşdarî komxebata li Şengalê bûn, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronahî ye ji bo jinên azad û mînak e ji bo hemû ciwanan û gotin “Rêveberiya Xweser ji bo Iraqê çavkaniya hêzê ye.”

MEDYA HAWAR

Şengal-Di 12’ê sibatê de li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo komploya 15’ê Sibatê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” komxebatek hat lidarxistin. Li gel Yekîneyên Jinên Şengalê, Meclisa Jinên Ereb, Yekitiya Jinên Ciwan, ji Iraqê jî gelek jinên aktîvîst û endamên saziyên sivîl ên Iraqê beşdarî komxebatê bûn. Ji wan rojnameger Îmen EL-Lamî ku parêzgeha Mîsanê û Bidûr El-Cerah ji Besrayê tevli komxebatê bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Rêber Ocalan ji bo ciwanan mînak e’

Rojnameger Bidûr El-Cerah ku ji Besrayê hatibû û beşdarî komxebata li Şengalê bûbû ji ajansa me re axivî. Bidûr El-Cerah da zanîn ku pêşengên vê axê hene ku mirov ji bo xwe wan mînak bibîne, yek ji wan jî Rêberê Gelê Kurd Abdulaj Ocalan e û wiha got: “Komxebatên fikrî weke ya ku îro hatiye lidarxistin di nerîna min de pir girîng in û pêwîst e berdewam bikin. Ji ber ku fikrên azad eşqa ciwanan e, pêwîst e fam bikin. Pêwîst e xwediyên fikrên azad û şoreşê bên naskirin. Mînak Che Guevara şoreşgerekî Kubayê bû, her dem em behsa wî dikin. Ji bo ciwanan model e û her dem ciwan wî pêşeng dibînin. Li ser axa me şoreşger hene, pêşeng hene ku em wekî model wan ji bo xwe mînak bigrin û wan weke pêşengên xwe bibînin. Abdullah Ocalan heye çima em Che Guevara ji bo xwe bikin mînak? Abdullah Ocalan ê me ye û yê xaka me ye. Mirovekî xwedî şoreşê ye û xwedî fikir û nêrîn e.”

‘Eşq jiyan e divê jin eşqê biparêzin’

Bidûr El-Cerah di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ji bo ku fikrên azad bên jiyîn divê avakerê fikrên azad li derve be û wî fikrî bide jiyandin û wiha got: “Em ê di nava têkoşîn û hewldanan de bin ji bo ku Rêber Ocalan ji zindana Îmraliyê azad bibe. Ji bo ku ew fikrên azad, ew jiyana ku pêşkêşî her kesê kiriye bide jiyîn. Em ê parastina azadî û fikrên Abdullah Ocalan bikin û di dilê her ciwanek de vê hêz fikir û baweriyê ava bikin ku berê hemûyan li azadî û pêşerojeke ronak be. Di sînevîzyona ku me temaşe kir de min jê fam kir ku dibêje pêwîst e jin parastina eşqa xwe bikin. Ji ber ku eşq jiyan e. Beşek ji vê parastinê hebûna jinan e, ji ber ku jin jiyan e. Pêwîst e parastina hebûna xwe bi eşq bike. Ji ber ku eşq xak e û tê wateya tevahî jiyanê. Abdullah Ocalan dibêje bila jin li xwe, hebûna xwe û li eşqa xwe bigerin ji bo ku bigihîjin azadiyê.”

‘Ocalan wê bi pirtûk û nameyên xwe her dem ronahiya me be’

Bidûr El-Cerah di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku armanc bi girankirina tecrîdê ew e ku ciwanan ji lêgerîna azadiyê û pêşengan dûr bixin û wiha got: “Rewşa herêmê di aliyê siyasî de pir bi aloz e, ev jî dibe sedem ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir bibe. Ciwan li tevahî Rojhilata Navîn, pêwîstiya wan bi pêşeng û miroveke weke Abdullah Ocalan heye. Ji bo wê jî tecrîdê li ser wî giran kirine. Ji bo ku ciwan di nava lêgerînê de bimînin û tişta ku dixwazin negihîjnê lê belê ew di zindanê de be jî dê her dem di nava me de be, bi riya pirtûk, nivîs û nameyên xwe wê her dem ronahiya riya me be.”

‘Em hêzê ji fikrên Rêber Apo digrin’

Rojnamevan Îman El-Lamî ku ji Parêzgeha Mîsan hatibû û beşdarî komxebatê bû da zanîn ku pêşeng û mînaka vê serdemê Abdulah Ocalan e û wiha got: “Îro em beşdarî vê komxebatê bûne ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan. Fikir û nêrîna wî ji bo rewşa Iraqê û bi taybetî rewşa jinên Iraqê hêz e. Rêbertî wê serî netewîne û em jî hêzê ji berxwedanî, îsrar û serîrakirina li hember zilmê digrin. Ji bo cîbicîkirina sîstema rêveberiya xweser li Şengalê û giştî Kurdistanê, di heman demê de ji bo azadiya jinên Iraqê em ronahiya rê bi fikir û felsefa Rêberê netewî dibînin. Parastina wî ji jinan re me ber bi serîrakirina li hemberî zilm û zordariyê ve dibe û dihêle ku em bibin şoreşgerên li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan.”

‘Rêveberiya Xweser ji bo Iraqê çavkaniya hêzê ye’

Rojnamevan Îman El-Lamî diyar kir ku ew hêzê ji sîstema rêveberiya xweser digrin û da zanîn ku sîstema rêveberiya xweser ger li Şengalê bê rûniştandin wê bibe çavkaniya hêzê ji tevahî Iraqê re û wiha got: “Şengal ji ber ku di aliyê erdnîgarî de pir girîng e pir şer û pevçûn li ser tên kirin. Ji bo wê jî rêbertiya me îsrara sîstema Rêveberiya Xweser dike ji bo Şengal û tevahî Iraqê jî. Ger ku sîstema Rêveberiya Xweser di Şengalê de pêk bê, wê bibe cavkaniya hêzê ji bo Iraqê û bi taybetî ji bo jinan. Em bi îsrar in ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û serdana parêzeran a gel wî. Em derbasî sala 26’emîn dibin ku Rêber Abdullah Ocalan di zindana faşîzmê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan me weke têkoşer dest bi komxebata Nûn kir û em ê têkoşîn û berxwedana xwe heta bidestxistina azadiya fizîkî berdewam bikin.”