Li Silêmaniyê li dijî komploya 15 Sibatê çalakiya greva birçîbûnê destpê kir

Li Silêmaniyê, di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de ji bo rojekê çalakiya greva biçîbûnê hate destpêkirin.

Silêmanî- Îro li Silêmaniyê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de ji bo rojekê çalakiya greva biçîbûnê hate destpêkirin.

Rêjeyek berbiçav welatparêz, azadîxwaz û kesayetên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Merasîma çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

‘Ev çalakî li dijî zilma 25 salan e’

Piştre yek ji beşdarvanên çalakiyê Hacî Azad axivî û Komploya Navnetweyî şermezar kir û got: “Ev çalakî li dijî zilma 25 salan a navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya têkoşîna dayikên aştiyê û girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Tecrîd û nehiştina dîtina Rêber Ocalan bêedaletiya herî mezin û derewa ku mafên mirovan ên navneteweyî ji cîhanê re gotine û rûyê wan yê rast derdixe holê. Ji ber ku ev kiryar ne li gorî nirxên exlaqî yên mirovahiyê ye.”

Her wiha piştre Dilşad Osman derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata sala 1999’an de di şexsê Abdullah Ocalan de dijî gelê Kurd hatî kirin de semînerek pêşkêş kir û wiha ragihand: “Raste di sala 1999’an de Komplo hate lidarxistin, lê di rastiyê de destpêka komployê digihije sala 1986’an ku Rêber Apo û PKK’ê xistîn lîsteya terorê ku gelek dewletên hegemon beşdarî vê komployê bûn. Gelê Kurd kariye hin aliyên vê komployê ne tenê li ser asta gelê Kurd, her wiha ji cîhanê re eşkere bike. Lê belê hina aliyên tarî yên vê omploya navneteweyî ku di bin kontrola saziyên îstixbaratê yên mezin de mane û nehatine eşkerekirin. Li cîhanê gelek nimûneyê komployên dijî gel û netewan hatîn pêkanîn hene, lê li cîhanê wêneyek wek tecrîda 25 sal berdewame nîne.”

Di çalakiyê de yek ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya bi navê ‘Sîstema Zîndana Îmraliyê’ hate xwendin. Ciwan û beşdarvanên çalakiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdul Ocalan kirin. Çalakiya greva birçîbûnê wê rojekê berdewam bike.