RJAK’ê li Ranyayê derbarê tundiya ser jinê semîner da

Di çarçoveya kampanyaya pêşîlêgirtina tundîtûjiya ser jinê de, li Ranya RJAK’ê derbarê tundîtûjiya beramberî jinê de semîner da.

DÎVAN SÎHAD

Ranya- Li Başûrê Kurdistanê Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK)’ê di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 25’ê Mijdarê ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê’ de bi dirûşmeya ‘Li dijî reşkujiya jinan bi felsefeya Jin Jiya Azadî têkoşîn berdewame’ li pirtukxaneya Seyîd Ehmed a bajarokê Ranya ya herêma Raperîn semîner hate dayîn. 

Seminer piştî deqeyek rêzgirtinê, ji aliyê Endama rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Sara Reza ve hate dayîn û diyarkir ku weke jinên RJAK û jinên Tevgera Azadiyê her sal ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê çalakiyên cûr be cûr li dar dixin û wiha got: “Li her cihê ku şer û xizanî hebe û aborî xirab be tundîtûjî di pileya yekem de li ser jin û ciwanan zêde dibe. Li Rojhilata Navîn her tim şer û xizanî heye û aborî xirab bûye. Tundîtûjî di asta cîhanê de rêjeya wê zêdeye. Îro jin ji aliyê aqlê desthilatxwaz, mêrsalarî û îslama siyasî ve ji maf û jiyana xwe bê par tê hiştin. Medyaya dijîtal û ragihandin dibe sedeme ku jin rastî tundîtûjiyê bên. Ji ber wê kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiyê û hişyarîkirina jinan erkeke ji bo nasandina jin û pêşîlêgirtina li tundîtûjiyê.

Cihê bi bîrxistinê ye Rêxsitina jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK)’ê piştî destpêkirina kampanyaya pêşîlêgirtina tundîtûjiya dijî jinê li bajarê Silêmanî, Kerkuk, Germiyan, Ranya seminer û çalakiyên cûr be cûr li dardixin û wê di rojên pêşde jî çalakî berdewam bikin.