Nasîm Sîmîarî a li girtigeha Evînê tê girtin dest bi grêva birçîbûnê kir

Nasîm Sîmîarî ji ber bêyî ku derkeve dadgehê ev 7 mehe di girtîgeha Îranê de girtiye û ji bo mafê xwe yê parêzer girtinê bê par hatiye hiştin dest bi girêva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan- Nasîm Sîmîarî a ku li Tehranê dikana kuaforê de dixebite 18 Gulanê ji aliyê ajanên îstîxbarê ve bi hinceta tevlî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hat girtin. Nesîm Sîmîarî ku nêzî 7 meh berê hatibû girtin û di hucreyên yek kesî yên qawîşên 2-A û 1-A yên Girtîgeha Êvînê de dihat ragirtin, di 16'ê Mijdarê de sewqî Beşa Jinan a heman girtîgehê hat kirin.

Piştî 6 mehan ket qawîşê

Hate hînbûn ku Nesîm Sîmîarî ya ku ji bo bibe îtîrafkar zext li wê hatiye kirin, di meha 7’an a girtina wê de piştî dîmenên wê hatin girtin, sewqî beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat kirin.

Hat diyarkirin ku Nesîm Simiarî ​​ku îfadeya wê hatiye girtin lê heta niha derneketiye dadgehê, bi kefalet berdan hatiye redkirin û mafê wê yê parêzer girtin jî hatiye astengkirin.

Ji bo protestokirinê dest bi greva birçîbûnê kir

Nesîm Simiarî ​​ku ji bo protestokirina bêhiqûqiyê dest bi greva birçîbûnê kir, bi îdiayên "Lihevkirin û peymana veşartî ya li dijî ewlehiya welat", "bombebarankirina cihên giştî", "xerakirina nîzam û aramiya giştî" tê sûcdarkirin.

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku mufetîşê ku li Serdozgeriya Êvînê dozên Nesîm Sîmîarî lêkolîn dike, ji ber sûcê siyasî-ewlehî yê parêzer nehatine dîtin, ji malbata Nesîm Simiarî ​​xwestiye ku sebir bikin.