Li Îdliba dagirkirî tundiya nav malê zêde bû

Li Îdliba dagirkirî tundiya nav malê zêde dibe. Jinên ku rastî şîdetê tên, pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dijîn.

HADEEL Al-OMAR 

Idlib – Şerê ku li Sûriyeyê diqewime herî zêde bandorê li jinan dike. Jinên ku ki Idlibê dijîn, bal kişandin ser xirabûna şert û mercên jiyanê û dan zanîn ku jin rastî tundiya derûnî û fizîkî tên. Jinan diyar kir ku gelek zarokên keç beriya 18 saliyê tên zewicandin, bal kişandin ser fikarên xwe yên ji ber zêdebûna tundiya nava malê. Jinan diyar kirin ku tundiya derûnî li ser bedena wan bandoreke fizîkî çêdike û destnîşan kirin ku başbûna ji nexweşiyê zor dibe.

Ji ber pirsgirêkên derûnî êşên fizîkî çêdibin

Yek ji wan jinan Mona Al-Idrîs a 19 salî ye. Mona diyar kir ku zêdetirê 9 meh in êşên giran dikşîne û wiha got: “Lê bijîşk nikarin teşxîsê daynin. Hemû test û dîmenên min ên bijîjkî paqij derdikevin. Ji ber vê yekê tu encam nayên girtin.” Mona Al-Idrîs, da zanîn ku piştî demek kin a zewacê ji bilî êşa zik, di aliyê çepê yê sînga xwe de xwêdana tund, tengbûna nefesê û êşek berdewam dikşîne û anî ziman ku ji ber teşxîs nehat dayîn, di dawiyê de bijîşkan biryar dan ku pirsgirêk derûnî ye.

‘Travmayên derûnî bandorê li ser tendirustiya min a fizîkî kirin’

Mona Al-Idrîs, diyar kir ku gelek caran rastî tundî û muameleya xirab a hevjînê xwe tê û wiha got: “Bijîşk pêşniyar kir ku ez serî li psîkiyatrî bidim. Psîkiyatrî ji min re got semptomên ez dijîm ji ber zexta derûnî ne. Piştî dermankirinek zehmet û dijwar rewşa min hinek baş bû. Zêdetirî çar meh in ez ji hevjînê xwe veqetiyam. Ji ber ku ew bi lêdan û îşkencekirinê kêfxweş dibû. Jiyana min trajîk bû. Travmayên ku min ji aliyê derûnî ve dît, bandorê li tenduristiya min a fizîkî jî kirin.Depresyon, panîk û tirsa berdewam li ser tenduristiya min a fizîkî bû sedema derketina nîşaneyên nexweşiya giran.”

Rewşa derûnî çawa be ya fizîkî jî wisa dibe

Li gorî pisporan stres û pirsgirêkên derûnî ji bilî nexweşiyên masûlke û sing, dibin sedema gelek nexweşî û nîşaneyên tenduristiyê yên weke êşa serî, îshal, qebizbûn, lihevketina dil û pirsgirekên mîde.

Rawan Al-Abdo ya 23 salî ku ji bajarê Maaret Al-Numan ê nêzî kampên bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê ji cih û warên xwe bû jî hewl dide sedema semptomên nexweşiyên dikşîne bibîne. Rawan Al-Abdo, anî ziman ku ji bilî serêş û êşa fizîkî, alerjiyên wê yên çerm ên kronîk jî hene û wiha got: “Ez gelek caran rastî tundî û tacîzên hevjînê xwe dihatim. Min ferq kir ku di dema stresa derûnî ya bi tundiya ez rast hatim re pêk hat, semptomên min winda bûn û piştre dubare vegeriyan. Ez ji hevjînê xwe qut bûm, çûm ba bijîşk. Bijîjk nikaribûn teşxîsê daynin ango pirsgirêk derûnî bû, piştre semptomên min hêdî hêdî winda bûn. Ji ber pirsgirêkên min ên bi hevjînê min re her dem di depresyonê de bûm. Min her dem xwe girt. Ji ber van rewşan tenduristiya min xirab bû.”

‘Jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî tundiya devkî û fizîkî tên’

Derûnînas Widad Al-Bakrî, diyar kir ku di nava civakê de gelek jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî tundiya devkî û fizîkî tên û der barê mijarê de ev şîrove kir: “Jin rastî gelek cureyên tundiya fîzîkî û derûnî tên. Tundiya ku jin dibînin, destpêke bandorê li tenduristiya wan a derûnî dike. Anksiyete ku yek ji sedemên herî girîng ên destpêka nîşaneyên tenduristiya fizîkî pêk tîne cih digre. Piştî depresyon û travmeyê fikara nexweşiya stresê zêde dike. Divê ji bo jin der barê tundiya rastî wê tên de haydar bin, navendên bihêzkirinê bên avakirin. Li aliyê din pir girîng e ku ji bo jinên ji şîdetê rizgar bûne di stargehan xwe bi ewle hîs bikin avabikin û piştgiriya derûnî bê misogerkirin. Her wiha divê li dijî tundiyê xebatên hayjêhebûnê werin kirin.”