Li Amedê di serdegirtinên malan de ESP’î hatin binçavkirin

Di encama serdegirtina malan de li Amedê cîgira hevserokên giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran û endama SKM'ê Satiye Ok hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malan de girtin. Cîgira hevserokên giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK’ê û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok û keseka navê wê nehat zanîn hatin binçavkirin. 

Kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’a Amedê. ESP'ê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Polîsan bi ser malên cîgira hevserokên me Beycan Taşkiran û endama me ya SKM û MYK’ê Satiye Ok de girtin. Di malan de lêgerîn didome. 3 endamên me hatin binçavkirin.”