Li Amedê hejmara kesên ku hatin binçavkirin zêde bû

Di serdegirtina malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran jî di nav de herî kêm 8 kes hat binçavkirin.

Amed- Îro danê sibehê Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya û Serhat Eren û keseke/î navê wê/î nehat zanîn hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku polîsan bi ser Wargeha Xwendekaran a Xalid Bîn Welîd ku xwendekarê zanîngehê  ê bi navê Eren lê dimîne girtine û bi lêdanê ew binçavkirine.

Ji heman malbatê 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Peyasê jî ji heman malbatê birayên hev Merwan, Ferît û Nûrettîn Demîr hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’a  Amedê. ESP'ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Polîsan li ser malên cîgira hevserokên me Beycan Taşkiran û endama me ya SKM û MYK’ê Satiye Ok de girtin. Di malan de lêgerîn berdewam dike. 3 endamên me hatine binçavkirin.”

Sedemê binçavkirinan nehate zanîn. Hate diyarkirin ku parêzer dê piştî nîvro bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.