Lîstokvan Melissa Barrera ji filma ‘Qêrîn 7’ hate derxistin

Lîstokvana Meksikî Melissa Barrera ji bo daxuyaniya piştevaniya Filistinê dabû ji rêze filma ‘Qêrin’ hate derxistin.

Navenda Nûçeyan- Lîstikvan û stranbêja Meksîkî Melissa Barrera ku bi filmên ‘Carmen’, ‘In the Heights’ û ‘Qêrîn 6’ tê nasîn, bi hêceta ku di êrîşên Îsrailê li ser Xeza de piştevaniya Filistinê kir ragihand ku ji filmê ‘Qêrîn 7’ hatiye derxistin. 

Lîstokvan Melissa Barrera derxistina xwe ya ji film li ser hesabê medyaya dijîtal ragihand û cardin dîmenên ku Îsrailê av û kehrebeya Xezayê qutkiriye, astengkirina gihandina alîkariya ji bo Xezayê parvekir. Melissa Barrera di parvekirina xwe de diyarkir ku bi xwe ji Meksîka hatiye û destnîşan kir ku divê Filistin û Meksîka di rêya dewletbûna serbixwede bi gavên bi bawer pêşbikeve. 

Studya Spyglass li ser parvekirinê îfadeya lîstokvanê diyarkirin ku weke ‘antîsemitist’ û ‘gotinên kîn’ nirxandin û weke sedemê derxistinê; ‘ Antisemitizme yan jî qirkirin, paqijiya etnik,  berûvajîkirina Holokost yan jî bi eşkere xeta gotinên kîn derbas kiriye û di şandina tiştek xelet jî di nav de li dijî hemû curên kişandina kînê qet tolerans nîşan nadin.”

Li bendê bûn ku derhêneriya filmê ‘Qêrîn 7’ Christopher Landon bike, piştî stüdyo ev biryar derxist li ser hesabê medyaya dijîtal ev parvekirin kir; ‘Hemû tişt berbate, qîrewirê qutbikin. Ev ne biryarek ku ez bidim e.”