‘Em dikarin nifşek ku pêşketina civakê re dibe alîkar ava bikin’

Parêzera Misirî Nermîn Îsa diyar kir ku jin dixwazin ji tundiyê dûr û di civakek bi ewle de bijîn û got ku ger bi baldarî xebat werin kirin dê bikaribin nifşek ku ji pêşketina civakê re dibe alîkar ava bikin.”

ASMAA FATIHÎ

Qahîre– Şêwirmenda derûnî, hestyarî û trawmayê Rasha Dergham, diyar kir ku zarok li gorî terzê civakê ku wan dorpêç dike mezin dibin û got: “Zarok bi reng û bernameyên civakî mezin dibin.”

‘Mezin çi bikin zarok jî wê yekê mînak digrin’

Rasha Dergham di destpêka axaftina xwe de got ku her zarokek taybet e lê bi cudakariyê re rûbûrû tên û da zanîn ku mezin çi bikin zarok wan mînak digrin.

‘Şewazê mezinkirinê girîng e’

Parêzera Dadgeha Bilind û Şêwirmendiya Dewletê Nermîn Îsa ku di heman demê de endama damezrîner a Komeleya Pêşketina Berdewam a Merit Netê ye, diyar kir ku li hinek herêmên Misirê di mijara xwedîkirina zarokan de pirsgirêkên mezin dijîn û wiha pê de çû: “Kesên ku biryar didin ango rayedar ên di civakê de jî berê zarok bûn. Li gorî fikir û baweriya ku pê mezin bûne teşe girtine. Şêwazê mezinkirina wan, teşe dide nêrînên wan li ser jinan.”

'Balkişandina ser perwerdeya zarokan mijarek e bingehîn e'

Nermîn Îsa wiha domand: “Jin dixwazin di civakeke bi ewle de, ji tundiyê dûr bijîn. Lê belê, mezinbûna bi baweriyên şaş vê yekê kiriye xewneke negihîştî. Ev yek di têkiliyên xwe yên bi malbat, derdorên nêzik û cihên kar de zilamên 'anormal' diafirîne. Bi baweriya min girîng e ku meriv bala xwe bide ser zarokan bêyî piçûkxistina bîr û baweriyên ku di nava wan de hatine çandin. Ji ber ku bandorên wan ên paşerojê bi rastî di çend astan de karesat in.”

'Ji bo mêran perwerdeya derûnî pêwîst e'

Nermîn Îsa da zanîn ku divê li dibistan û zanîngehan desteka psîkologan ji mêran re bê dayîn û got: “Divê hişmendiya li ser rêbazên perwerdeya nûjen zêde bibe. Divê li dibistanan û ji bo malbatan gelek awayên perwerdeyê bên dayîn. Em dikarin nifşeke pêşketî ku tevkariyê li civakê dike biafirînin. Ji holêrakirina newekheviyê  mijareke girîng e ku ji bo pêşîgirtina li sûc û karesatan di paşerojê de divê ji nû ve li ber çavan bê girtin. Divê mijar bê nîqaşkirin û xebatên qadê werin kirin.”