Li Mexmûr derbarê 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn

Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê’ dayî destpêkirin de semîner da.

Mexmûr - Bi boneya nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê di 16’ê mehê de bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî Dihunin Tevna Jiyanê” starta çalakiyên xwe ragihandi bû. Di çarçoveya çalakiyan de ji bo xelkê wargehê re di pêşengtiya Meclîsa Îştar de semîner hat dayîn. Di semînerê de mijarên komkujî û tundîtiya li ser jinan, girîngiya rêxistinbûn, hevgirtin û yekbûyîna jinan hatin destgirtin. Semîner li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevşaredara wargeha penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

‘Jinên ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî rêxistinkirin têne hedef girtin’

Fatma Bîlen diyar kir ku jinên ku li beramberî desthilatdariyê serî hildane hertim têne hedef girtin û wiha got: “Xwişkên Mîrabel li dijî zilmê serî hildan û hatin qetilkirin. Em dizanin ku ji wê rojê heya niha ev bê mafî û tundutujî li hemberî jinê tê meşandin. Îro şoreşa jin li dijî vê zilmê gihaye asta herî jor û serî hildaye. Jinên ku li hemberî zilmê serîhildin û jinên pêşeng têne hedef girtin. Jinên ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî xwe rêxistinkirine û dane avakirin têne hedef girtin. Di Rojhilatê Kurdistanê de zilma li ser jin tê meşandin di şexsê Jîna Emînî de hat şikandin. Wek Denîz Poyraz, Hevrîn Xelef û wek wan bi hezaran jin li dijî vê zilmê serî hildan û îro di astek herî jor de jinên têkoşer têkoşîna xwe bi awayek herî xurt didin meşandin.”

Semîner bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.