Polîsê ku têkildarî mirina Mîraç dihat darizandin beraet kir

Mîraç Mîroglû yê 7 salî ku di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da wekî bi qisûr hat dîtin, der barê polîsê bersûc de jî biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Di doza Mîraç Mîroglû yê 7 salî ku di 3'ê Îlonê de li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema bisîklet diajot, encama lêdana wesayîtê zirxî jiyana xwe ji dest dabû de biryar derket.

7'emîn danişîna doza ku der barê polîsê bi wesayîta zirxî Mîraç Mîroglu lêda de bi sûcê “Bi texsîrî bûyîna sedema mirinê” hat vekirin, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Hezexê hat dîtin. Di danişîna ku polîsê bersûc û parêzerê wî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn de, bav Salîh Mîroglû xwest polîsê bersûc bê cezakirin.

Piştî parastinan rapora ATK'ê daxilî nava dosyeyê hat kirin. Piştî raporê danişîn bi parastinê domand. Polîsê bersûc doza beraetê kir. Parêzerên Baroya Şirnexê destnîşan kirin ku xwestin polîsê bersûc bê cezakirin.

Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û der barê polîsê bersûc de biryara beraetê da. Parêzeran, diyar kirin ku dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.