Piştî lehiya Êlihê: Em bi mirinê re bi tenê hatin hiştin

Piştî lehiya ku li Êlihê jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, şêniyên taxê bertek nîşanî şaredariya ku qeyûm tayîn kiribû, dan û gotin ku wan ax û ava ku ketiya nava malên wan bi xwe paqij kirine.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih – Li Êlihê ji ber barana 2 roj berê li gelek taxan lehî rabû. Lehiya ku bi taybetî zirareke mezin da taxên Huriyetê û Seyîtlerê, bi hezaran kesan jê zirarê dîtin. Lalihan Guner a 53 salî û neviyên wê Asenat, Îsrafîl û Bîrgul Guner bi lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Di lehiya ku rabû de bi sedan welatî bê mal man û eşyayên malên wan hemû zirarê dîtin. Jinan diyar kirin ku şaredariyên ku qeyûm li wan hatine tayînkirin li taxên ku pirsgirêka binesaziyê lê heye xizmetên têr nakin û destnîşan kirin ku qeyûm guh nadin wan. Jinên ku hewl didin bi derfetên xwe malên xwe paqij bikin, di nava zivistanê de nizanin biçin ku derê.

Şopên wêraniyê ji ber lehiyê mane!

Piştî barana ku şeva 20’ê Mijdarê li derdora seat 23.00’an dest pê kir li navenda bajêr ji ber ku şebeke nehatibûn paqijkirin û qenal venebû li gelek taxên navenda bajêr lehî rabû. Birînên vê karesata lehiyê ya ku ji ber xemsariya walî pêk hat hê jî nehatine dermankirin. Jinên ku gotin şeva lehiyê bi zehmetî canê xwe xilas kirine û niha jî bi fikar in ku dê li ku bimînin û çi bibe, hewl didin xaniyên xwe yên ku di nav axê de mane paqij bikin.

Jin bi setilan axa ku ketiye malên wan paqij dikin!

Jinên ku me li Taxên Hurriyetê û Seyîtlerê yên ku ji ber lehiyê gelek zirar li wan bûye, ji ajansa me re behsa şeva lehiyê û piştî wê kirin.

Jinên li wan taxan hewl didin malên xwe paqij bikin. Jinan banga hevgirtin û alîkariyê kirin û anîn ziman ku ekîbên şaredariyê di şeva lehiyê de dereng hatine û li benda mirinê hatin hiştin.

'Ger mazgal vekirîbûna ev yek pêk ndihat'

Ji niştecihên Taxa Seyîtlerê Suzan Akarsu diyar kir ku her tişt bi carekê qewimiye û wiha got: “Me jî fêm nekir ku çi qewimî. Dema min deng bihîst, yekser zarokên xwe ji malê derxistin. Ger ez dereng bimaniyama, ne ez û ne jî zarokên min sax nedifilitîn. Hûn bikevin mala min hûn ê bibînin ku av ji ku tê. Me bi zor xwe xilas kir. Kes nehat alîkariya me. Me canê xwe jî xilas kir û cenazeyên xwe jî derxistin. Piştî her tişt qediya hatin. Di dema bûyerê de me ewqas hawar û gazî kir, kesê alîkarî neda. Niha ev du roj in em li derve ne. Em nizanin çi bikin û li ku bimînin. Ez bi zarokên xwe re li derve li bendê me. Hemû eşyayên min çûn, mala min çû. Di vê sermayê de wê çi bibe, ez jî nizanim. Ev yek ji ber ku mazgal hatin girtin çêbû. Berê ev mazgal vekirî nebûn û av ji vir diherikî. Lê ji ber ku dewletê ev der girtiye ev yek pêk hatiye.

‘Cenazeyên xwe me derxist’

Ji heman taxê Gulcîhan Guner jî got: "Mala min xira bû" û wiha berdewam kir: “Xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Em hê jî nizanin kî sax û kî winda ye. Em nizanin dê çi bibe. Lehî ji nişka ve hat li malan ket û çû. Tiştekî ku em bikin tunebû. Ez tenê dikaribûm xwe û zarokên xwe rizgar bikim. Me cenazeyên xwe jî derxistin. Kesê dengê me nebihîst. Niha ne mal û ne jî tiştên min hene. Tenê daxwaza min ji we ew e ku her kesê dikare alîkariya me bike bila alîkariya me bike. Em jî nizanin dê çi bibe. Bila dengê me were bihîstin.”

‘Kes nehat alîkariya me’

Şengul Guner, diyar kir ku di lehiyê de mala wê malên zarokên wê hilweşiyane û wiha got: “Mala min, mala kurê û keça min û mala xizmên min hilweşiyan. Em tenê dikaribûn xwe rizgar bikin. Tiştek ji malên me nemaye. Me ji hundir de jî tiştek dernexist. Me telefon kir û alîkarî xwest lê tu kes nehat alîkariya me. Me bi zorê jiyana xwe xilas kir.”

'Me telefonî AFAD'ê kir lê nehatin'

Vahide Guner, anî ziman ku wan alîkarî xwestine lê tu kes nehatiye û wiha got: “Eger em ji malê derneketana em niha sax nebûn. Ma telefonî AFAD’ê kir ji me re gotin ‘heta em werin hûn tiştekî bikin.’ Kes nehat alîkariya me. Me gelek caran telefonî AFAD’ê kir nehatin. Her kesê em bi mirinê re hiştin. Me jî tevî mirovan alîkariya kesên din kir. Dîsa taxan alîkariya hev kirin. Niha kes li me napirse. Bi vî awayî em li bendê ne ku bibînin ka çi dibe. Hemû malên me wêran bûn. Niha jî du roj derbas bûne û hê kes nehatiye. Me her tişt kir.”

'Tu kes bersiva telefonên xwe jî nade'

Zeliş Şemdîn a li Taxa Hurriyetê rûdinê, der barê bûyerê de wiha got: “Mala me li qata binî ye. Dayika min telefonî me kir û got lehî rabûye. Ger em 5 deqîqe dereng bimana em ê bimiriyana. Ji bo em xwe xilas bikin derketin ser xanî qata sisiyan. Av jî gihîşt wir lê di kêliya dawî de sekinî. Me fêm nekir çi dibe. Niha tu şopek ji mala min nemaye, hemû tiştên min çûn. Rewşa me pir xerab e, em di rewşeke pir dijwar de ne. Em jî nizanin çi bikin. Tên dibêjin ew ê alîkariyê bikin û diçin lê paşê kes bersiva telefonên me jî nade. Kes nayê alîkariya me û ji bo malên me piştgirî nade me. Em jî nizanin bi ku ve biçin. Em şaş û perîşan mane.”