‘Peymana pevguhertinê ji bo girtiyên jin ên Filistînî girîng e’

Siyasetmedar Hazal El-Natur bal kişand ser îşkenceya li ser jinên Filistînî yên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatin binçavkirin û got ku di berdêla berdana girtiyên Filistînî de divê destekê bidin peymana pevguhertinê ya Hamasê ya berdana girtiyan.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku sivîlan dike hedef, berdewam dikin. Piraniya kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Di demeke ku karbidestên Îsraîlê ragihandin Hemasê 240 dîlên Îsraîlî girtine, Serokê Hemasê yê Xezayê Yahya Sinvar ragihand ku ew amade ne ji bo rêkeftineke pevguhertinê ku di berdêla azadkirina hemû girtiyên Filistînî de, azadkirina girtiyên Îsraîlî tê de hebe lê der barê girtiyan de heta niha tu rêkeftinek çênebûye.

'Girtiyên jin ên Filistînî rastî îşkenceyê tên'

Siyasetmedar Hezal El-Natur ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ew piştgiriyê didin peymana pevguhertinê ya ji aliyê Hamasê ve hatiye pêşniyarkirin, ji ber ku ev peyman di berjewendiya girtiyên jin ên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne rastî îşkenceyên cuda tên. Hazal El-Natur diyar kir ku divê ji bo sûcên îşkenceyê yên li dijî girtiyên jin tên kirin serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bidin. Hazal El-Natur, anî ziman ku jinên Filistînî yên li Îsraîlê tên girtin pirsgirêkên tenduristî û derûnî dijîn û wiha got:

“Îsraîl bi binpêkirina hemû peyman û qanûnên navneteweyî girtiyan ditirsîne. Li gorî amarên dawî, zêdetirî 170 zarok li girtîgehên Îsraîlê hene. Mayson Musa û 39 jinên Filistînî yên ku ji sala 2015'an û vir ve girtî ne û tên darizandin di girtîgehan de di bin şert û mercên giran û dijwar de dijîn. Di lîsteyê de Şoruk Dwayyat û Şatila Abu Eyada jî hene ku 16 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Her wiha 13 sal cezayê girtîgehê li Aişha Al-Afghani hat birîn. Girtiyên di girtîgehên îdarî de jî ev in: Raghad Al-Fanni, Samah Awad, Hanan Al-Barghuti û Hanan Abu Şalal.”

'Jin ji bo berxwedana xwe berdêlên giran didin'

Hazal El-Natur peymana di sala 2008'an de di navbera Îsraîl û Hamasê de pêk hat bi bîr xist û got: "Di berdêla serbestberdana leşkerên Îsraîlê yên girtî de, 20 girtiyên jin ên Filistînî ku 19 ji wan ji Şerîaya Rojava ne û dayikek û zaroka xwe ji zivala Xezayê ne hatin berdan.” Hazal El-Natur, anî ziman ku jinên Filistînî tevî polîtîkayên dagirkeriyê yên Îsraîlê jî têkoşîna xwe didomînin û got: "Jin berdêlên giran ên berxwedana xwe didin û vê yekê ji hemû cîhanê re îsbat kirine."

'Divê civaka Ereb û navneteweyî bikeve nava tevgerê'

Hazal El-Natur bal kişand ku jinên Filistînî bi îdiayên derew ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin û wiha got:

“Li dijî têkoşîn û îradeya wan komployek bû. Divê hemû pêkhateyên Ereb û navneteweyî ji bo rizgarkirina wan tevbigerin. Jinên Filistînî di girtîgehan de rastî îşkenceyê tên. Ji ber kamerayên ewlehiyê yên li her derê girtîgehan hatine bicihkirin, mehremiyet û azadiya wan a bi sînor ji destê wan tê girtin. Ji pêdiviyên jiyanê yên herî bingehîn bêpar in. Lênêrîna tenduristiyê nagirin û di hucreyên ne guncaw de tên ragirtin.”

'Girtiyên nexweş li benda mirinê tên hiştin'

Hazal El-Natur bal kişand ku jinên Filistînî yên nexweş li girtîgehan nayên dermankirin û girtî ji mirinê re hiştine û got: "Divê komek girtiyên jin ên ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş dibe, demildest bên berdan û dermankirina wan berdewam bike. Israa Al-Caabis yek ji girtiyên nexweş e ku di rewşa herî xirab de ye. Israa Al-Caabis di 10’ê Cotmeha 2015’an de di encama şewata wesayîda xwe rû û pişta wê şewitî. Lê tevî vê rewşê jî hat girtin. Ew qet nikare tiliyên xwe bihejîne. Pêdiviya wê bi lezgînî bi emeliyata çavan heye.”

Hazal El-Natur di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku îşkence û tecrîda ku Îsraîl li ser girtiyên jin ferz dike binpêkirina prensîbên hiqûqa navneteweyî ya mirovahiyê û hemû peymanên mafên mirovan e û got:

“Rayedarên Îsraîlî tevî lihevkirin û peymanên navneteweyî yên ku parastina wan dike jî hewl didin girtiyên jin şermezar bikin û tola xwe bistînin. Divê zext li welatên Ereb bê kirin ku peymana Hamasê pêşkêşî Îsraîlê kiriye qebûl bikin. Ku di nava wê de çalakiyên piştgiriyê û çalakiya rûniştinê jî hene.”