Pêyamên zarokan bi navê ‘Ji derya dilê me re’ hat çapkirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo kampanya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Kongra Star pirtûkek ku ji nameyên zarokan hezkirina xwe ji Rêberê Gelê Kurd re diyar dikin bi navê “Ji derya dilê me re” çap kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Kampanyaya Kongra Star ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2022’an de hat destpêkirin. Yek ji rêzeçalakiyên kampanyayê çapkirina pêyaên zarokan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine nivîsandin bû. Kongra Star nameya zarokan kir pirtûk û bi nave “Ji derya dilê me re” çap kir. Berdevka Kongra Star Rihan Loqo li ser pirtûka “Ji derya dilê me re” û pêşdeçûna kampanya ku dest pê kirine axivî.

Rihan Loqo qala kampanyaya ku ji 2022’an ve dest pê kirine kir û li ser armancên wan bi vê kampanyayê van nirxandan kir: “Di kampanyaya ku weke rêxistina jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku di sala 2022’an de hat destpêkirin di hundirê wê kampanyayê de rêzeçalakî hatin amadekirin. Li gorî wê jî xebatên berfireh ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat meşandin. Armanc ew bû ku em hîn bêhtir felsefeya Neteweya Demokratîk di nava civakê de bidin nasîn, tevahî gel bi aştî û aramî bi hev re bijîn. Di sedsala 21’emîn de weke ku Rêber Apo dibêje ev sedsal, sedsala azadiya jinan e wê di vê sedsalê de gelek şoreş û serhildanên bi pêşengiya jinan werin lidarxistin. Bi vê armancê em dikarin hîn bêhtir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa jinan a ku ava bûye, îlham bidin jinên cîhanê.”

‘Felsefeya Rêber Apo bû ronahî’

Rihan Loqo bal kişand ser bandora fikir û felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser jinan û wiha berdewam kir: “Fikir û felsefeya Rêber Apo ronahî da ser tarîtiya jinan lewma jin dikarî hîn bêhtir xwe di tevahî qadên jiyanê de perwerde û bi rêxistin bikin. Sîstema ku li qadên şoreşa jinan hatiye avakirin, bû nimûne ku li ser felsefeya Neteweya Demokratîk bi pêşengiya jinan tevahî gelê herêmê tê perwerdekirin û sîstema wê ava dibe. Paradîgmaya neteweya demokratîk li hemberî tevahî êrîş û şerê taybet li ber xwe dide. Armanca yekem a netewa demokratîk şoreşa jinan û rêxistinbûna wan e lewma armanca me ya yekem weke rêxistina jinan, azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

‘12 hezar name ji bo Rêber Apo hatin nivîsandin’

Rihan Loqo diyar kir ku zarok 12 hezar name nivîsandine û wiha got: “Di sala 2022’an de kampanya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat ragihandin, wê jin çawa bibin pêşenga vê kampanyayê gelek nîqaş hatin kirin ku me dikaribûn, ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî bi hezaran îmze ji jinan kom bikin. Di heman demê de zarokan ji bo Rêber Apo name amade kirin. Ev name di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna herêma Cizîr, Herêma Firat, Efrîn-Şehba û Helebê bû, zarokan di çarçoveya vê kampanyayê de dest bi nivîsandina nameyan ji Rêber Apo re kirin. Gelek nameyên pîroz zarokan nivîsandin û hejmara nameyan gihîşt 12 hezarî. Zarokan hest û fikrên xwe bi zimanê dayikê di nameyê de nivîsandin ku ev yek ji bo me pir bi wate û girîng bû.”

‘Pirtûk encama hest û ruhê zarokan e’

Rihan Loqo diyar kir ku Kongra Star nameya zarokan kiriye pirtûk û ji pêşerojê re hiştiye û wiha domand: “Zarokên ku name nivisandine bi afrîneriya xwe nameyan xemilandin, bi hezkirineke mezin di pirtûkê de diyar dibe ku ji Rêber Apo re nivîsandine. Zarokên Rojava bi Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenên xwe, bi hezkirinek mezin name nivîsandin. Lê belê heta niha hevdîtin nehatine kirin, me nexwest ev hezkirin û girêdana zarokan ji Rêber Apo re were belgekirin. Me xwest em bikin pirtûk weke Rêxistina Jin a Kongra Star. Ev demeke dirêj e li ser kar û xebat hatin meşandin heta ku pirtûka me derket.”

‘Kongra Star 500 pirtûk çap kir’

Rihan Loqo bal kişand ser zarokên pêşerojê ku li ser azadî û wekhevî tên perwerdekirin û wiha pê de çû: “Em dikarin vê pirtûkê li tevahî dibistanan, saziyan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûryeyê belav bikin ji ber ku ev hestên zarokan ji bo Rêbertî ne. Zarokên pêşerojê li ser azadî, wekhevî û demokrasiyê tên perwerdekirin. Ji bo wê jî me ji zaroktî ve dest pê kiriye ku van hestan bi rêberê xwe re parve bikin. Me nameyên zarokan kir pirtûk û 500 pirtûk çap kir. Em ê van pirtûkan bi taybetî li zarokên ku name nivîsandine, malbatên wan û dibistanan belav bikin. Armanca me ew e ku em hezkirina zarokan di pirtûkê de bînin ziman.”

‘Pergala me ji zarokan re bû ronahî’

Rihan Loqo herî dawî destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke ew e ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha bi dawî kir: “Em spasiya xwe ji her zarokê/a ku van nameyan nivîsandine re dikin. Zarokên me bi fikir û felsefeya netewa demokratîk mezin dibin û ew zarok pêşeroja civaka me ne. Herî dawî kampanyaya ku di 74 welatên cuda dest pê kiriye, em jî weke Rêxistina Kongra Star pişgirî didin û em jî weke Kongra Star beşdarî vê kampanyayê bûn. Daxwaza me ya sereke ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Her wiha tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bi dawî bibe û bêdengiya cîhanê were şikestin. Êdî dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Îro zarokên me hestên xwe bi riya nameyan anîn ziman û mafek rewa ye ku ev name bigihîjin destên Rêber Apo. Em herî dawî careke din dibêjin destên kîjan dewletan di vê komploya li ser Rêber Apo de hebe, em şermezar dikin. Wê sedsala 21’emîn bibe sedsala ku zarok felsefeya netewa demokratîk ji xwe re bikin ronahî.”