Pervîn Buldan ji Rakel Dînk re got: Ev biryar me hemûyan êşand

Wekîla HEDEP'ê ya Wanê Pervîn Buldan, piştî serbestberdana kujerê Hrant Dînk Ogûn Samast telefonî Rakel Dînk kir û wiha got: “Em li gel te ne.”

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Wanê Pervîn Buldan, piştî ku kujerê Hrant Dînk Ogûn Samast serbest hat berdan, telefonî Rakel Dînk kir. Pervîn Buldan a ku wê jî hevjînê xwe di cînayetên kiryar nediyar de winda kir, anî ziman ku partiya wan her tim li cem malbata Hrant Dînk û mexdûran e.

Ev biryar me hemûyan êşand û êş li êşa me zêde kir’

Pervîn Buldan, axaftina wiha berdewam kir: “Em tu carî vê bêhiqûqî û biryara ku cesaretê dide kujeran qebûl nakin. “Ev biryar ne tenê we û malbata we, me hemûyan êşand û êş li êşa me zêde kir.

'Ez xemgîn im'

Rakel Dînk êşa xwe parve kir û wiha got: “Ez gelek spasdar im. Êşa me hevpar e. Te jî heman êş dît. Ji ber vê yekê em herî baş ji hev fêm dikin. Ez xemgînim. Rakel Dînk, wiha dewam kir: "Tu gumana min tune ye ku tu ne bi min re yî, ez vê yekê hîs dikim."