‘Li Başûrê Kurdistanê berdêla nakokiyan kedkar didin’

Mamosta Saza Abdullah, bal kişand ku li Başûrê Kurdistanê boykota mamostayan ev 2 meh in berdewam dike û wiha got: "Berdêla nakokiyên di navbera hikûmet û Iraqê de kedkar didin."

ŞİNYAR BAYİZ

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê boykota mamosteya ev 2 meh in berdewam dike, rayedarên hikûmetê jî heta niha bersivek neda daxwazên mamostayan. Mamoste û aktîvîst Saza Abdullah, der barê boykota didomîn de nirxandinan kir. Saza Abdullah, diyar kir mafên hemû kesên ku di civakê de xwedî erk in heye û wiha got: "Lêbelê em îro dibînin ku mafê me ya mamosteyan ji aliyê otorîteya heyî ve nayê dayîn."

'Berdêla nakokiyan kedkar didin'

Saza Abdullah, bal kişand ku berdêla nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de kedkar û mamostayên didin û wiha got: “Li Silêmaniyê pozîsyona gel cuda ye. Lewra li gorî herêmên din protestoyên cuda pêktînin. Li her herêmê çalakiyên protesto tên pêkanîn. Em hêvî dikin ku ev çalakiyên me bigihin armanca xwe." Saza Abdullah, dest nîşan kir hemû aliyên Silêmanî di bin dorpêçê de ye û wiha axivî:

“Wek aborî rewşa gel xerab e, mirov di bin sînorê xizanî de dijîn. Gelek mirov nikarin kirêya xwe bidin. Guman tuneyê ku li pişt vê rewşa Silêmaniyê destên siyasî hene. Sarbûn û xemsariya rayedaran, mirovan zêdetir hêrs dike. Ji ber ku dema li cîhanê mirovan protesto dikin, hikûmet bersiv dide û hinek daxwazên wan pêk tîne. Lêbelê li Başûrê Kurdistanê hikûmet bêdeng dimîne û feqîran paşguh dike. Naxwaze mirov perwerde bibin, fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, pêş bikevin.”

'Hikûmet dikare civak di nava xweşiyê de bi rêve bibe’

Saza Abdullah, diyar kir hikûmeta ku bi dengê gel hat ser desthilatdariyê xizmeta gel nake û wiha got: “Mûçeyek baş a vê hikûmetê heye û dikare civakê di nava xweşiyê de bi rêve bibe. Partiyên hikûmetê parçebûne û armanca wan parçekirina gel û hikûmetê ye. Lê pêwist dikir di mijara maf û daxwazên gel de bibin yek."

'Xwendekar jî herîkin kolanan'

Saza Abdullah, bal kişand ku pîşeya mamostetiyê hewceyê îrade û hêze û da zanîn hikûmetê mamosteyan ji vê îrade bêpar dihêle. Saza Abdullah, balkişand ku li Başûrê Kurdistanê ne tenê mamoste, xwendekar jî li dijî polîtîkayên hikûmetê ji bo daxwaza mafên herîkin kolanan.

Saza Abdullah a balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk, wiha got: "Ya rast rojeveke me ya mezin hebû. Divê sînorên me û serweriya herêmê bihata parastin." Saza Abdullah, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku erkên xwe bi cih bîne û wiha axivî: "Divê were cem gel, hîn bibe daxwazên wan çi ne û hewil bide çareser bike.”